NÛ BÛ

Polîsan avêtin ser Şaredariya Qoserê: 4 kes hatin binçavkirin

Polîsên Tirk avêtin ser avahiya Şaredariya Qoserê. Piştî lêgerîna li avahiyê 4 kes hatin binçavkirin. Polîsan her wiha avêtin ser mala Hevşaredarê Qoserê Îsmaîl Asî.

Polîsên Tirk danê vê sibehê avêtin ser avahiya Şaredariya Qoserê ya Mêrdînê. Polîsan dor li herêmê girtin û li avahiya şaredariyê dest bi lêgerînê kirin.

Piştî lêgerînê 4 kes hatin binçavkirin.

Kesên hatine binçavkirin: Alîkarê Hevşaredaran Mehmet Nûrî Alpaslan, Midûrê Karên Fen Halît Karaboga, Midûrê Çandê Salîh Kûday û Midûrê Karên Paqijiyê Abdurrahîm Aslan.

Polîsên Tirk her wiha avêtin ser mala Hevşaredarê Qoserê Îsmaîl Asî. Di dema serdegirtinê de Asî ne li malê bû.