BI DÎMEN

'Deh dewlet jî êrîşî Qendîlê bikin, wê nikaribin kontrol bikin'

Rewşenbîrên Kerkûkî diyar kirin, bi êrîşa li dijî Qendîlê re dewleta Tirk nikare tiştekî bidest bixe û gotin, "Qendîl keleha berxwedanê ya Kurdan e." Rewşenbîran bang li Kurdan kirin, ku li dijî êrîşên dewleta Tirk bi hev re tevbigerin.

Rewşenbîrên li bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê, êrîşên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd û gefên li Qendîlê dixwe, ji ANF'ê re nirxandin.

ŞUKIR: YEKANE TIRSA DEWLETA TIRK, STATUYA KURDAN E

Nivîskar Zahir Şukir da xuyakirin, ku Tirkiye dixwaze şerê li nava xwe derxîne derveyî sînor, lewma êrîşî Başûr û Rojavayê Kurdistanê dike.

Şukir got, "Tirkiye ditirse ku Kurd serbixwe bin. Derdê dewleta Tirk ew e, ku pêşî li statuya Kurdan bigire. Vê yekê weke hilweşîna xwe dibînin. Eger ji Tirkiyeyê heye ku dikare Kurdan têk bibe, hingî xwe dixapîne."

Şukir da zanîn, Tirk welê fêhm dike ku eger Kurd bibin xwedî mafên xwe, wê neteweya wan bikeve rewşeke xetere û wiha dewam kir: "Ev ne rast e. Dewleta Tirk bi sîstema xwe ya perwerdeyê, têgihiştineke bi vî rengî afirandiye. Kurd gelek e ku ji berê ve dibe hedefa êrîşên dagirkeriyê. Pirsgirêkên navxweyî yên Kurdan hene, nikarin bibin yek. Rêxistinên Kurdan serbixwe nînin, nikarin bi serê xwe biryarê bidin. Partiyên Başûrê Kurdistanê aboriya xwe bi dewletan ve girê dane. Kurd bi kongreya neteweyî re dikarin yekîtiya xwe ava bikin."

REFÎK: DEH DEWLET JÎ BÊ, NIKARE QENDÎLÊ KONTROL BIKE

Rojnamevan-nivîskar Ahmed Refîk jî diyar kir, plana Tirkiyeyê ya dagirkirina Qendîl, Şengal, Başîka, Kerkûk û tevahiya Kurdistanê planeke taktîkî nîne, stratejîk e û got, "Li her devera herêmê şer heye. Netewe dewletên dixwazin ji vê rewşê sûdê werbigirin, hewl didin Kurdistanê dagir bikin. Di vir de tirsa Tirkiyeyê, destketiyên Kurdan e.

Çima êrîşî Qendîlê dike? Ji ber ku cihê Qendîlê di nava Kurdan de cuda ye. Her tim weke keleha berxwedanê hatiye dîtin. Tevgerên Kurdan li vir têkoşiyan e. Yanî ji aliyê dîroka têkoşînê ya gerîla û pêşmerge ve xwedî cihekî gelekî girîng e. Şengal jî ji ber nêzîbûna xwe ya li Sûriye, Iraq û Tirkiyeyê deriyekî stratejîk e. Êrîşa DAIŞ'ê ya li dijî vê derê jî di çarçoveya vê planê de ye.

Li çar parçeyên Kurdistanê, Ewropayê û tevahiya cîhanê divê Kurd bibin yek û hemû firsendan baş bi kar bînin. Deh dewletên mîna dewleta Tirk êrîş bikin jî wê nikaribin Qendîlê kontrol bikin. Bi tenê gerîla dikare Qendîlê kontrol bike. Ji aliyê dîrokî ve Qendîl xeta me ya sor e. Erdogan wê di bin kiryarên xwe de bimîne. Erdogan wê bi kiryarên xwe re mîna Mîlosevîç li dadgeha sûcên şer a Laheyê were darizandin.

'EGER KURD TÊKOŞÎNEKE HEVPAR BIMEŞÎNIN WÊ BI SER BIKEVIN'

Lazim e hin partiyên Kurd ji bin bandora dewletê derkevin û ji bo yekîtiya neteweyî bikevin nava hewldanan. Jİ bo vê jî divê Kurd bi kongreya neteweyî re yekîtiya xwe ya neteweyî derhal pêk bînin û lid jiî êrîşan têkoşîneke hevpar bimeşînin. Eger ev bê kirin, Kurd wê karibin li herêmê guhertineke mezin bikin."