Li nêzî Babê 3 leşkerên Tirk hatin kuştin
Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk da xuyakirin, ku li nêzî Babê di encama êrîşekê de 3 leşkerên wan hatine kuştin. Li gorî îdîaya artêşa Tirk, ev êrîş ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve hatiye kirin.
Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk da xuyakirin, ku li nêzî Babê di encama êrîşekê de 3 leşkerên wan hatine kuştin. Li gorî îdîaya artêşa Tirk, ev êrîş ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve hatiye kirin.
Artêşa Tirk a ku herêma Şehbayê dagir kiriye û hewl dide vê dagirkeriya xwe berfireh bike, îro derbeke din xwar. Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, ku li nêzî Babê êrîşeke hewayî li leşkerên wan hatiye kirin. Li gorî îdîaya artêşa Tirk a dagirker, di encama vê êrîşa saet 03:30 de, 3 leşkerên Tirk hatine kuştin, 10 jî birîndar bûne.