BI DÎMEN

Minbicî ji êrîşên dewleta Tirk gelekî nerazî ne

Li Minbic a azad, gel ji êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê gelekî nerazî ye û li dora şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê dicivin.

Minbiciyên ku xwe ji nû ve bi rêxistin dikin, bajarê xwe yê hatiye rizgarkirin weke sembola biratiyê û jiyana hevpar bi nav dikin.

EBÛ EHMED: BI TAYBETÎ ÊRÎŞ LI SIVÎLAN TÊ KIRIN

Minbiciyê bi navê Ebû Ehmed da xuyakirin, ku piştî bajar ji çeteyên DAIŞ'ê hat paqijkirin bêhn hatiye ber wan û bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk û çeteyên Koalîsyona Sûriyeyê yên li dijî Minbicê.

Ebû Ehmed diyar kir, dewleta Tirk û çeteyên Koalîsyona Sûriyeyê êrîşî çeperên şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê yên li gundê Oseclî û derdora wê dikin û bi taybetî sivîlan dikin hedef. Ehmed got, "Ez cotkarekî 56 salî me. Debara malbata xwe bi vî rengî dikim. Piştî ku çeteyên DAIŞ'ê Minbic dagir kirin, jiyana me ji binî ve hate guhertin.

Çeteyên DAIŞ'ê çavkaniyên debara me talan dikirin. Di bin navê bacê de dest datanînin ser mal û milkên gel, erd û zeviyên çandiniyê.

Jiyan êdî ji bo me gelekî zehmet bû. Hemû şêniyên Minbicê ji bo rizgarkirina bajêr bang li hêzên QSD'ê û Meclîsa Leşkerî ya Minbicê dikir. QSD'ê û Meclîsa Leşkerî ya Minbicê guh dan banga gel. Û bajarê me ji dagirkeriya DAIŞ'ê rizgar kirin.

Lê belê, piştî ku gefa DAIŞ'ê ji holê hate rakirin vê carê jî gefa dagirkirinê ya dewleta Tirk û çeteyên wê yên Koalîsyona Sûriyeyê dest pê kir. Dewleta Tirk û çeteyên wê dixwazin bajarê me dagir bikin. Ji ber vê yekê bi bomberdûmana ji balafirên şer û topbaranê, mirovên me yên sivîl dikujin.

Her wiha êrîşî çeperên şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê dikin. Em van êrîşên dewleta Tirk ên li dijî gel û şervanên me, bi tundî şermezar dikin. Di nava Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de zarokên me hene. Zarokên me bajarê xwe diparêzin. Em ê jî her tim bi zarokên xwe re bin."

FATÎMA EHMED: DESTÊ DEWLETA TIRK KETIYE NAVA XWÎNA GELÊ MINBICÊ

Fatîma Ehmed a 70 salî, ku ew bi xwe jî cotkareke ji Minbicê ye, êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê şermezar kir. Fatîma Ehmed got, "Eger dewleta Tirk ji gelê Minbicê hez bikira, wê ew li dijî çeteyên DAIŞ'ê biparasta. Wê li dagirkirina Minbicê ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve, temaşe nekiribûya. Li gorî min, di navbera çeteyên DAIŞ'ê û dewleta Tirk de ti cudahî nîne." Ehmed bibîr xist, ku dewleta Tirk çekan dide çeteyên DAIŞ'ê.

Ehmed da zanîn, destê dewleta Tirk ketiye xwîna gelê Minbicê û got, "Çek û kêrên ku pê serê mirovên me jê dikin, ji aliyê dewleta Tirk ve hatin dayîn. Çeteyên Koalîsyonê jî ji gelên Sûriyeyê hez nakin, ew ji diziyê hez dikin. Li Heleb, Minbic, Cerablûsê, malên me talan kirin."

Fatîma Ehmed têkildarî êrîşên dewleta Tirk de ev pirs kir, "Dewma axa me ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatibû dagirkirin, çima dewleta Tirk bi balafiran êrîşî çeteyên DAIŞ'ê nekirin?" kir û nerazîbûn nîşanî van êrîşan da. Ehmed diyar kir, kurê wê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ye û destnîşan kir, ku eger êrîş dewam bikin ew ê kurê xwe yê din jî bişîne nava Meclîsa Leşkerî ya Minbicê. Fatîma Ehmed got, "Ancax zarokên me karibin me biparêzin."

EBÛ XALIQ: DEWLETA TIRK ÊRÎŞÎ YEKÎTIYA GELAN DIKE

Ebû Xaliq ê 32 salî, ku şivanekî Minbicî ye, êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê şermezar kir:

"Şervanên me yên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê niha li dijî her rewşeke awarte amade ne. Li nava bajêr, tedbîrên ewlekariyê bi xurtî tên girtin. Em ji vê rewşê gelekî razî ne. Ji ber ku weke gelê Minbicê em naxwazin careke din li wan rojên tarî vegerin. Yekane daxwaza me, azadî ye. Jiyana bi hev re ya Ereb, Kurd, Çerkez û Tirkmenan e. Dewleta Tirk û çeteyên Koalîsyona Sûriyeyê êrîşî vê yekê dikin."

Ebû Xaliq destnîşan kir, ku ew qebûl nakin mirov bi balafirên şer bên kuştin û got, "Em ê her tim bi şervanên xwe yên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê re bin. Ji ber ku wan em rizgar kirin, azad kirin. Ji ber ku ew ên me ne, bav, bira, xwişk û zarokên me ne.

Tevî ku mal û milkên me ji aliyê çeteyan ve hatin talankirin jî, gelê me niha bi bîr û baweriyeke mezin, piştgiriya hev, bajar û jiyanê ji nû ve ava dike. Jiyana xwe ya rojane bi rengekî azad dijî."

Jina bi navê Eyşê Mûsa jî da zanîn, dewleta Tirk bi êrîşên hewayî hewl dide vîna gelê Minbicê bişikîne û bajêr vala bike.

Eyşê Mûsa da xuyakirin, ku gelê Minbicê wê ti carî bajêr neterikîne û got, "Em êrîşên dewleta Tirk şermezar dikin, ku bi balafiran bombeyan li gundên me dibarîne. Her wiha em her kesên ku li pêşberî vê yekê bêdeng in jî şermezar dikin. Balafirên şer ên dewleta Tirk mirovên me yên sivîl dikujin. Li çeperên şervanên me yên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê dixin. Yên qala mafên mirovan dikin, gelo li ku ne? Me axa xwe neterikand, em ê neterikînin. Ji bo vê çi ji destê me bê em ê bikin. Em ê ax û zarokên xwe biparêzin."