Ji Meclîsa Şehbayê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bang

Meclîsa Şehbayê ya ku êrîşên dewletaTirk a li ser Şehba û Minbicê şermezar kir, daxwaz kir ku pêkhateyên li Sûriyeyê divê li dijî dagirkeriyê bêdeng nebin, berxwedana hêzên şoreşger bihêz bikin û derdorên navneteweyî jî zextê li Tirkiyeyê bikin.

Meclîsa Rêveber a Şehbayê, têkildarî bomberdûmanên dewleta Tirk a dagirker ya li ser Şehba û Minbicê daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

“Dewleta Tirk di encama lihevkirina bi dewletên navnetewî re û ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe yên aborî li ser hesabê xwîna gelê Sûriyeyê, Bakurê Sûriyeyê dagir dike. Bi vê yekê yasayên navnetewî binpê dike.

Dewleta Tirk ji destpêka şoreşa Sûriyeyê û vir ve piştgiriya komên terorsît dike. Hemû hêza xwe xist xizmeta derxistina nakokiyên mezhebî û netewî de ku aloziyê kûr bike, paşê jî xewna xwe ya dagirkirina tevahî Sûriyeyê bi cih bîne. Ji bo vê yekê destwerdanê di herêmên Şehbayê û Iraqê dike.

Projeya diktator a AKP/ DAIŞ ku Erdogan serkêşiyê wê dike piştî têkçûna wê li beramberî berxwedana hêzên Şoreşger a QSD‘ê û Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, bi çeteyên bi navê Merta Firatê bi çekên giran êrîşî bajarê Cerablûs û Raî heta bajarê Babê kirin.

‘DIXWAZIN OSMANIYEK NÛ AVA BIKIN’

Her kes dizane ku piranya herêmên ku têne topbarankirin nîştecihên wê ji pêkhateyên Kurd e. Komên çete li dijî wan komkujî pêk anîn, hiştin ku şênî koçber bibin, demografiya herêmê dane guhertin, komên çete ji tevahî cîhanê kom kirin da ku herêmeke osmanî li vir ava bikin.

Êrîşên dawî yên li ser Bab, Minbic û nuqteyên pêş ên Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Babê nîşaneya hevkariya Tirkiyê û DAIŞ‘ê ye. Bi rizgarkirina Babê ve wê kantonên Efrîn û Kobanê bighêjin hev û bi vê yekê projeya Erdogan/ DAIŞ’ê têk dibe.

Em wekî Meclîsa Rêveber a Herêmên Şehbayê êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên Şehba û gundên Minbicê bi tundî şermezar dikin û bang li civaka nevdewletî dikin ku zextê li Tirkiyê bike da ku di zûtrin demê de ji herêmên vekişin. Wekî şêniyên herêma Şehbayê bi pêkhateyên wê Kurd, Ereb û Tirkem em ê bi yek rêzî li hember dagirkeriyê bê deng nemînin, me di serî de bang li hêzên şoreşger, Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û hemû kezên azadxwaz dikin ku li hember dagirkeriya Tirkiyê helwest nîşan bidin.”