Gerîlayan 38. salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kirin
Gerîlayên HPG/YJA Starê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê, 38. salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kirin û bang li ciwanan kirin, ku berê xwe bidin çiyayên Kurdistanê.
Gerîlayên HPG/YJA Starê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê, 38. salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kirin û bang li ciwanan kirin, ku berê xwe bidin çiyayên Kurdistanê.
Bi wesîleya 38. salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) gerîlayên HPG/YJA Starê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji ajansa me re axivîn.
Gerîlayan salvegera damezrandina PKK'ê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê Kurdistanê û hemû têkoşerên azadiyê pîroz kirin.
Gerîlayan bal kişandin ser pêşketinên civakî û fikrî yên bi PKK'ê re li nava civaka Kurd derketin holê û gotin, "Di encama berxwedana bi heybet a nêzî 40 salan de, gelek mewzî bi dest ketine.
Gerîlayan bang li ciwanên Kurd jî kirin, ku li dijî faşîzma Erdogan û dewleta Tirk, ji bo avakirina jiyaneke azad berê xwe bidin çiyê û tevlî nava têkoşîna azadiyê bibin.