Gerîlayê PKK’ê Zafer sala 1999’an bi esareta Rêberê Gelê Kurd re tevlî nav refên gerîla bû, li Qendîl, Xinêre û Zagrosan ma. Her kêliya di nav têkoşînê de li gor ruhê axa lê jiyaye, ew sekna wî ya asî li her cihê lê bal kişandiye.
YEKTA ŞOREŞ
NAVENDA NÛÇEYAN
pêncşem, 24 sermawezê 2016, 07:20
Gerîlayê PKK’ê Zafer sala 1999’an bi esareta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re tevlî nav refên gerîla bû, li Qendîl, Xinêre û Zagrosan ma. Her kêliya di nav têkoşînê de li gor ruhê axa lê jiyaye, ew sekna wî ya asî li her cihê lê bal kişandiye.
Ji bo kesê cara yekem ew didît wek kesekî bêdeng xuya dikir, lê berevajî întîbayên yekemîn heta dawiyê parveker bû.
Zarokê Botanê bû. Pir dixwest bi xwezayê re di nav hev de be. Her derfet didît diçû nav xwezayê, xweza guhdar dikir.
Salên dirêj muhabereya fermandar Adil kiribû, û jê pir tesîr bibû. Payîza 2005’an ji bo biçe Botanê bi fermandar Adil re derketibûn rê, demekê li Zapê û Heftanînê mabû û paşê derbasî Botanê bibû.
Li Botanê dema heval Adil çû Gabarê ew jî çûbû Cûdiya ku zarokatiya wî lê derbas bibû.
3 salan li hember hemû êrîşên artêşa faşîst a Tirk li ber xwe dabû. Li wî çiyayê pîroz, li nêzî wî gundê efsanewî; li nêzî cihê zarokatiya wî lê derbas bûye, di kemîneke artêşa faşîst û dagirker de tevlî karwanê şehîdan bû.
Wê her çar aliyên cîhanê tijî bibe
Bi bêhnên me
Em ê her demsal kulîlkan bidin
Wê her kes derbasî havînê bibe
Em ê timî bi bi biharê re bimînin
Wê di çavên me de timî bihar hebe
Em gelekî ku zehmetî wî jêhatî û xurt dikin
Em gelê Newrozê ne
Êdî ji bo me veqetîn nîne
Em dizanin ku
Hatina cem hev, nayê maneya
Mirov heman wextî li cihekî be
Tê maneya mirov heman kêliyê
Heman eşqê bijî
Em ê heman eşqê bijîn
Em ê di stranekê de bigihêjin hevdu
Û strana azadiyê
Bi hevdu re qîr bikin
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan der barê şehîdên Kurdistanê de wiha dibêje: “Divê bîranînên şehîdên me yên berxwedanê, hemû taybetmendiyên wan, helwest û axaftinên wan, ji aliyê hemû endamên Partiya me ve weke talîmat bê fêmkirin û pratîzekirin.
Ev pêşketina bi êş lê esîl a ji roja destpêkê ve li ser milê şehîdên me yên berxwedanê mezin bûye, bi hevalê Egîd re gihîştiye lûtkeyê. Ev heman demê tê maneya pişrastkirina jiyan û exlaqê Partiyê bi xwe, piştrastkirina yekane şekil û pratîzebûna wê ya tê qebûlkirin, piştrastkirina îdeolojî û pratîka wê. Îro yekane jiyana ku ji bo Partiyê bê ferzkirin, jiyana şehîdên berxwedanê ye ku stûnên têkoşîn û pêkhateya Partiya me pêk tînin.”
Hevaleke têkoşînê yê gerîla Zafer wer behsa wî dike:
“Li Cûdiya ku benîadem li hember zaliman îsyan kir, li welatê îsyankaran çavên xwe li dinyayê vekir. Li gundekî ku her gerîlayekî navê wê bihîstiye hat dinyayê. Zafer ji Cûdî bû, ji Gundikremo bû.
Cûdî; ji dîrokê heta roja me bûye xaka berxwedan û vejînê. Pêxember Nûh ê wek ‘Ademê duyemîn’ tê zanîn, tovên yekemîn ên jiyana nû li vir çand. Ji rojê heta niha li hember her hêza ku dixwaze civakê bimije, bike kole bûye cih û warê îsyankar û serhildêran.
Cûdî!
Keleha Berxwedanê ya bi heybet a ji geliyê Silopiya bilind dibe!
Gundikremo gundekî ku li wê erdnîgariya asê ya Cûdî hatiye avakirin. Dema PKK, Apocî cara yekemîn çûn Botanê, Gundikremo deriyên xwe ji Apociyan re vekiribû. Lewma li Botanê yek ji gundên ku destpêkê ha valakirin. Niştecihên Gundikremo ku berxwedêr in. Ji bo azadî û rastiyan tevî hemû zext û zilmê dest ji helwesta xwe bernedane. Di nav refên şervanên azadiyê de cihê xwe diyar kirine. Ciwan û jinên Gundikremo tevlî nav refên gerîla bûne û dibin.
Bavê heval Zafer di salên destpêkê yên têkoşînê de gerîla nas kiriye, milîstî kiriye. Xwişkeke wê ku hê di temenekî biçûk de tevlî nav refên gerîla bûye, sala 1992’yan li Besta di bin aşûtê de dimîne û şehîd dikeve. Piştî gundên wan hat valakirin, mîna gelê me yê derbasî Başûr dibe, malbata heval Zafer jî di nav wan şert û mercên giran de wek penaber ji Nînova derbasî Etrûş dibin û ji wir jî derbasî Mexmûrê dibin.
Bavê heval Zafer, Eşref salên dirêj ku li Botanê milîstî kiriye, zêdetirî 20 salan timî dilê wî ji bo vê têkoşînê ku lê daye, di nav şert û mercên penabertiyê de li Mexmûrê dilê wî ku sekinî tevlî karwanê şehîdan bû.
Heval Zafer zarokê xak û bavekî wiha ye.
Heval Zafer sala 1999’an bi esareta Rêbertî re tevlî nav refên gerîla bû. Li herêma Qendîl, Xinêre û Zagros xebat meşand. Di nav têkoşînê de her kêlî li gor ruhê axa lê hatiye dinyayê jiyaye. Ew sekna wî ya asî li her cihê lê bala heval û hogirên wî dikişand. Ji bo kesê cara yekem ew dîdit mîna kesekî bêdeng xuya dikir. Lê berevajî întîbayên wiha, parveker û bi hêz bû.
Zarokê Botanê bû. Dixwest bi xwezayê re re di nav hev de be. Pir ji xwezayê hez dikir.”
Nasnav: Zafer Cûdî
Nav û Paşnav: Metîn Gulaç
Dîrok û Cihê Jidayikbûnê: 1983/Şirnex
Navê Dayikê: Îdel
Navê Bav: Eşref
Dîrok û Cihê Tevlîbûnê: 1999/Mexmûr
Herêmên lê maye: Qendîl, Xinêre, Zagros
Dîrok û Cihê Şehadetê: 4’ê Kanûna 2009/Gundikremo/Cûdî