Nûçeya Lezgîn: Ji Rêveberiya Tevgerê di salvegera merasîma şewitandina çekan de daxuyaniya girîng

Li Minbicê êrîşên dewleta Tirk didomin

Bomberdûmana dewleta Tirk a li ser gundê Qirtwêran a girêdayî Minbicê dewam dikin.

Dewleta Tirk, ji bo destkeftiyên Kurdan û gelan bike hedef, êrîşên xwe yên dagirkeriyê ya li herêmê dewam dike.

Bombebarana balafirên şer û topbaran artêşa Tirk a dagirker li ser gundê Qiratwêran didome. Li gundê Cibildemê ku dikeve Bakurê rojavayê bajarê Minbicê di navbera şervanên Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, artêşa Tirk û çeteyên girêdayî de şerên dijwar diqewimin.

Pêgeyên kişfê yên artêşa dagirker jî li ser rojavayê Minbicê digerin.

Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê îro di saetên sibê de tangek artêşa Tirk di navbera gundên Bêşemêlê û Cibildem rûxandin.