Komîteya Rêveber a PKK'ê bi wesîleya salvegera damezrandina PKK'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Komîteyê 38. salvegera damezrandina PKK'ê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê Kurd û mirovahiyê pîroz kir û di sala nû ya partiyê de ji her kesên ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşin, daxwaza serketinê kir. Di şexsê Hakî Karer, Mazlûm Dogan, Kemal Pîr, Hayrî Dûrmûş û Sakîne Cansiz de, hemû şehîdên partiyê bi minetdarî hatin bîranîn û soza bicihanîna armancên wan hate dubarekirin.
'PKKÊ HÊZEKE GERÎLA YA FEDAYÎ, GELEKÎ AZAD AFIRANDIYE'
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, her saleke têkoşînê ya PKK'ê di nava zor û zehmetiyên mezin de derbas bûye û bi pêşketinên mûcîzewî hatine afirandin. Di daxuyaniya komîteyê de hat gotin, "Di nava têkoşîna destanî ya 38 salan de PKK'ê xeteke ku rêya rizgarî û azadiyê nîşanî bindestan dide, vîn û ruhekî partiyê yê têk naçe, hêzeke gerîla ya li ser xeta fedayîtiyê û gelekî azad ê coş û kelecanê dide hemû mirovahiyê afirandiye. Civaka Kurd a li ber qirkirinê bû, li ser bingeha azadiya jinê û dînamîzma ciwanan, veguherand gelekî nû û neteweyeke demokratîk. Bi taybetî pêşketinên rêxistinî û bîrdozî yên dîrokî yên li xeta azadiya jinê, di asteke welê de ye ku dikare ji hemû jinên cîhanê û bindestan re pêşengiyê bike. Li ser vê bingehê, bi wesîleya 25'ê Mijdarê em her şêwe zext, şîdet, destavêtin, destdirêjî û komkujiyên li jinan tên kirin bi tundî şermezar dikin û bang li her kesî dikin ku li ser bingeha xeta azadîparêziya jinê bijîn û têbikoşin."
'SALA 38. RÊ LI BER PÊKETINÊN EMZIN VEKIRIYE'
Komîteya Rêveber a PKK'ê bal kişand ser pêşketinên siyasî û leşkerî yên di nava 38 salên têkoşînê de hatine afirandin û wiha dewam kir: "Li Rojava û Başûrê Kurdistanê gelê me bi lehengî li ber faşîzma DAIŞ'ê û gefên AKP'ê rabû û têkoşiya. Li Bakurê Kurdistanê jî, li dijî êrîşên faşîst-qirker ên dîktatoriya AKP'ê, di serî de li Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Şirnex û Geverê, li hemû bajar û bajarokan di xeta lehengiyê de berxwedana xwerêveberiya demokratîk meşandiye. Di encama vî şerê berxwedanê de li Mûsil û Reqayê dor li faşîzma DAIŞ'ê hatiye giritn û dîktatoriya AKP'ê ya faşîst-qirker jî gihîştiye asta man û nemanê."
'BERXWEDANA HERÎ MEZIN LI ÎMRALIYÊ HATIYE KIRIN'
Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku berxwedana herî mezin li Îmraliyê bûye û hat gotin, kevneşopiya zîndanê ya dîrokî di vê demê de jî pêşengî ji têkoşînê re kiriye. Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Gerîlayên me yên leheng ên li çar parçeyên Kurdistanê di xeta fedayî de têkoşiyan, sala 38. a partiyê de bi sedan şehîd dan û şerê gelê me yê azadî û demokrasiyê li deşt û zozanan, çiya û bajaran belav kirin û destketiyên gelekî mezin ên siyasî û leşkerî afirandin. Li dijî êrîşkariya DAIŞ û AKP a faşîst, ciwanên Kurd ên leheng, jinên Kurd ên fedakar û leheng, tevahiya gelê me û hêzên siyaseta demokratîk di nava salê de li ber xwe dan. Bi wesîleya 38. salvegera damezrandina partiya xwe de em vê berxwedanê careke din silav dikin, pîroz dikin. Di şexsê fermandar Çiyager, Axîn, Zamanî, Sevê, Pakîze Nayir, Asya Yuksel û Mehmet Tûnç de hemû şehîdên leheng ên vê berxwedanê bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin.
'EM JI GELEK ALIYAN VE LI DIJÎ FAŞÎZMA AKP'Ê Û DAIŞ'Ê IL BER XWE DIDIN'
Komîteya Rêveber a PKK'ê da xuyakirin, ku ew bi berxwedanake pir alî ya li dijî faşîzma AKP û DAIŞ'ê dest bi sala 39'an dikin û da zanîn, li dijî Tayyîp Erdogan û dîktatoriya AKP'ê ku hewl didin bi şerê faşîst-qirkirinê yê topeykûn tevgera azadiyê û gelê Kurd tine bike, ew jî berxwedaneke şoreşgerî-demokratîk a topyekûn nîşan didin. Komîteyê bal kişand ser Şerê Sêyemîn ê Cîhanê û çaryek sedsal e li Rojhilata Navîn diqewime û got, "Ev şer bi giranî li sêgoşeya Tirkiye, Sûriye û Iraqê bi rê ve diçe. Lewma ev Şerê Cîhanê û Şerê Azadiya Kurdistanê ji gelek aliyan ve di zikhev de dimeşin. Ji ber vê yekê, pirsgirêka Kurd û pêwîstiya bi çareseriyê hê bêhtir derdikeve pêş û xwe li ser rewşa siyasî ferz dike."
FIRSENDÊN GIRÎNG Û XETERIYÊN MEZIN
Komîteya Rêveber a PKK'ê destnîşan kir, ku rewşa heyî hem firsendên gelekî mezin afirandiye, hem jî xwedî xeteriyên gelekî mezin e û wiha dewam kir: "Girîng e em van derfet û firsendan baş bibînin, bi têrkerî bi kar bînin û li dijî xeteriyan tedbîran bafirînin. Bi taybetî nakokî û şerê navbera hêzên sermayeya global û statukoparêziya netewe-dewlet a li Rojhilata Navîn, derfet û firsendên mezin didin me ku em Şoreşa Azadiyê xurt bikin û bi ser bixînin. Di rewşa heyî de, sîstema netewe-dewlet a Tirk faşîst, ku dijminê Kurdan e, ji hev dikeve. Bi hevkariya AKP-MHP'ê, li ser xeta mezhebîparêz-neteweperestiyê, hewl tê dayîn faşîzma netewe-dewletê ya Tirk ji nû ve were restorekirin, lê ev hewldan encameke cidî bi xwe re nîne."
'ŞENSÊ WAN Ê SERKETINÊ QET NÎNE'
Komîteyê ragihand, şensê serketinê yê vê tifaqa AKP-MHP'ê qet nîne û got, "Ji ber ku xeta senteza Tirk-Îslamê ya hevkariya AKP-MHP'ê ji aliyê îdeolojîk û stratejîk ve êdî pûç bûye. Kurd û Ereb bi dehan salan e li dijî neteweperestiya Tirk a nîjadperest-şoven, ku dijminê Kurdan û gelan e, li ber xwe didin û qebûl nakin. Ol û mezhebên din û hêzên laîk jî, mezhebîperestiya AKP-MHP'ê qebûl nakin. Statukoparêziya netewe-dewlet a faşîst, ku hewl dide vê hevkariyê bidomîne, ji aliyê Kurdan, Ereban û sîstema modernîteya kapîtalîst a global ve nayê qebûlkirin. Her kes li dijî vê statukoyê ye û ji bo ji holê rabe, têdikoşe."
'HEWL DIDIN EMRÊ XWE DIRÊJ BIKIN'
Di daxuyaniyê de hat gotin, Tayyîp Erdogan û Devlet Bahçelî vê rastiyê baş dibînin û ji bo hebûna xwe biparêzin, emrê xwe dirêj bikin AKP û MHP gihandin hev, bi darbeya Rewşa Awarte re terora dewletê ya faşîst û komkujî di asta herî bilind de meşandin.
Komîteyê da zanîn, ku êrîşên hovane yên li dijî hebûna Kurdan û hemû nirxên azadiyê bi heman armancê tê kirin û got, "Pêwîste êrîşên li dijî gel û taxan, komkujî, girtina saziyên çapemeniya azad û demokratîk, zextên li ser HDP û DBP'ê, girtina parlamenter û hevşaredaran li ser vê bingehê werin nirxandin. Eşkere ye, AKP û MHP hebûna xwe di tinebûna gelê Kurd de dibînin. Lewma bi rengekî qirkirinê êrîşê dibin ser hebûna gelê Kurd. Tevî ku ev êrîşên qirkirinê di çaryeka destpêkê ya sedsala 21'an de li pêş çavên tevahiya cîhanê tên kirin jî, hê nerazîbûneke xurt nehatiye nîşandan."
'LI DIJÎ FAŞÎZMA AKP-MHP'Ê EM BANGA TÊKOŞÎNEKE HEPAR Û ÇALAK DIKIN'
Komîteya Rêveber a PKK'ê diyar kir, tirs nikare pêşî li mirinê bigire û got, "Terora hovane û komkujiyên dikin, wê nikaribin desthilatdariya AKP-MHP'ê biparêzin. Hemû hêzên azadîparêz ên Kurdistanê wê bi hêzên demokratîk ên li Tirkiyeyê re bibin yek, li dijî faşîzma AKP-MEHP'ê li her qadê berxwedana şoreşgerî-demokratîk geş bikin, her çepera demokratîk li dijî faşîzma AKP'ê bikin keleha berxwedanê û li ser vê bingehê wê faşîzma AKP-MHP'ê tine bikin. Partiya me wê ji her demê bêhtir, ji vê têkoşîna pîroz a li her qadê re pêşengiyê bike. Eynika kar û barên partiya me di sala 39'an de bike, pratîka xwe ya 38 salên bihurî ye. Lewma sala 39'an a PKK'ê wê li ser vê bingehê bibe sala têkoşîna mezin, serketin û azadiya misoger. Her kesên di nava xeta serketin û berxwedanê ya 38 salan a PKK'ê de cih girtine, wê ji sedî sed bi ser bikevin. Li ser vê bingehê, em hemû berxwedanên şoreşger-demokratîk ên li dijî faşîzma AKP-MHP'ê yên li deşt û zanan, çiya, bajar û zîndanan, yên li Bakur û hemû parçeyên din ên Kurdistanê û yên li derveyî welat silav dikin.Di serî de jin û ciwan em bang li tevahiya gelê xwe, hêzên demokratîk û bindest ên li Tirkiyeyê, Elewî, karker û kedkaran dikin, li dijî faşîzma AKP-MHP'ê bibin yek û di xeta serketinê de têkoşîneke çalak bimeşînin.
BERPIRSYARIYÊN DÎROKÎ YÊN VÊ SERDEMÊ
Em di wê baweriyê de ne, gelê me yê li Rojava ku li dijî faşîzma DAIŞ'ê tevî hêzên koalîsyonê operasyona Reqayê dimeşîne, wê rêxistinbûyîna xwe ya civaka komunal demokratîk bi pêş ve bibe, hêzên xweparastinê mezin bike, tevî gelên Sûriyeyê Federasyona Sûriyeya Demokratîk gav bi gav bihûne, Sûriyeyê ji çeteyên faşîst rizgar bike û di dostasnî û biraiya hemû gelan mezin bike. Di heman demê de em pê bawer in; gelê me yê li Başûr wê haya xwe ji dek û dolabên li dora şerê Mûsilê tê gerandin hebe, ji bo bandora Kurdan li Mûsilê bike bikeve nava hewldanan, li dijî nêzîkatiyên berjewendîparêziya biçûk û erzan têbikoşe, sîstema demokratîk bafirîne û tevkariyê li rewşa giştî bike. Em pê piştrast in, ku gelê me yê li Rojhilat jî wê ji aliyekî ve destekeke mezin bide têkoşîna li parçeyên din, li aliyê din jî himendî û rêxistinbûyîna xwe ya welatparêziyê xurt bike û ji bo çareseriya siyasî ay pirsgirêka Kurd bikeve nava hewldanan."
Komîteya Rêveber a PKK'ê da zanîn, ku di serdema heyî de sîstema Rojhilata Navîn û siyaseta cîhanê ji nû ve tên destnîşankirin û ev bang kir: "Di vê serdemê de, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û azadiya Kurdistanê derfet û firsendên dîrokî afirîne. Ev yek jî berpirsyariyeke dîrokî dide ser milê hemû siyasetemdar, rewşenbîr, hunermend, partî û rêxistinên Kurdan. Eger li ser bingeha demokratîk yekîtî were afirandin û ev derfet û firsend di dema xwe û di cih de rast bên bikaranîn, hingî pêkane pirsgirêka Kurd were çareserkirin, Kurdistan azad bibe û bibe endamekî çalak ê yekîtiya demokratîk a gelên Rojhilata Navîn. Li ser vê bingehê em bang li hemû partî û rêxistinên Kurdan, hunermend û rewşenbîrên Kurdistanê dikin, ku vê rastiyê bibînin, xwe ji her şêwe êzîkatiyên berjewendîparêziya biçûk û erzan vegirin, derfet û firsendên heyî bi kar bînin, ji bo azadiya Kurdistanê, li ser bingeha demokrasiya Kurd Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ava bikin û bi hev re tevbigerin!
Roj roja têkoşîna li dijî faşîzma AKP û DAIŞ'ê ye, roja serketinê ye. Ew roj e ku li her devera lê ne, li dijî êrîşkariya faşîst li ber xwe bidin. Em bawer in, gelê me, hemû gel û hêzên demokratîk wê vê rastiyê bibînin û xwedî li erka xwe ya berxwedana dîrokî derkevin. Li ser vê bingehê em careke din Cejna Partiyê di serî de li Rêber Abdullah Ocalan, li hemû hevrêyan, gelê xwe, dostên xwe pîroz dikin û bang li alîgirên demokrasiyê dikin, ku li dijî faşîzma AKP-MHP'ê li ber xwe bidin û bi ser bikevin!"