Tevî ku cenazeyê Uçoş a ku hatibû înfazkirin hatiye teşhîskirin nedan

Bavê Sabîha Uçoş a ku di kolanê de ji aliyê polîsan ve hate înfazkirin diyar kir ku tevî wan cenaz teşxîs kiriye jî, lê testa DNA’yê hate xwestin û cenaze nedan.

Malbata Sabîha Uçoş a ku duh li Kolana Karanfîl aTaxa Baxcilara navçeya Rêzan a Amedê  ji aliyê polîsan ve hatibû înfazkirin, ji bo teşxîskirina cenaze hatin Wanê.

Bav Hamît Uçoş piştî îfadeyên li dozger û emniyetê û şûn de  ji bo teşxîskirina cenaze, derbasî morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyî ya Yaşargîlê Gazî bû.

Bav Uçoş, rexmê ku cenazeyê keça xwe e teşxîskir jî rê nedan ku cenze bigirin.

Ji Bav Ûçoş re hate gotin ku heta testa DNA’yê diyar bibe, wê wê demê bikaribin cenazeyê xwe birgirin. Li ser vê yekê Bav Ûçoş vegeriya Wanê.