Nûçeya Lezgîn: Ji Rêveberiya Tevgerê di salvegera merasîma şewitandina çekan de daxuyaniya girîng

Şervanê Minbicê Derwîş hate oxirkirin

Welatiyê bajarê Minbicê cenazeyê têkoşer Casim Derwîş (Cûdî Minbic) ê di şerê 20’ê Midarê yên gundewarên Minbicê de jiyana xwe ji dest dabû , ber bi rêwîtiya dawî ve oxir kirin.

Bi sedan welatiyên bajarê Minbicê cenazeyê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Casim Derwîş (Cûdî Minbic) ê di şerê 20’ê Mijdarê yên gundewarê Minbicê de jiyana xwe ji dest dabû, ji Nexweşxaneya Wetenî ya bajêr girtin û ber bi goristana bajarê Minbicê ya li Taxa El-Serib ve ketin rê.

Li goristanê merasîmekî leşker ji aliyê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve hat lidarxistin. Piştre berdevkê fermî yê Meclîsê Şervan Derwîş axivî û diyar kir ku Cûdî canê xwe fedayî welatê xwe kiriye, bal kişand ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê got: ″Em amade ne axa biparêzin.″

Her wiha di merasîmê de Endamê komîteya malbatên şehîdan a bajarê Minbicê Îbrahîm Xelef û Hevserokê Meclîsa Sivîl a Minbicê Farûq El-Maşî axivîn. Di axaftinan de polîtîkayên dewleta Tirk a li ser xaka Rojava hatin şermezar kirin û hate diyarkirin ku wê welatiyên Minbicê li hember hewldanên dagirkeriyê li ber xwe bidin.

Piştî axaftinan nasnameya têkoşer hat xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Piştre jî cenazeyê têkoşer Cûdî Minbic hate definkirin