'Roj roja têkoşîna ji bo azadiya Êzîdxanê ye'
Di qonaxa destpêkê ya pêngava 'Tolhildana Jinên Êzidî' de herêmek ji 30 kîlometreyî ji çeteyên DAIŞ'ê hate paqijkirin. Bi vî awayî qonaxa destpêkê qediya.
Di qonaxa destpêkê ya pêngava 'Tolhildana Jinên Êzidî' de herêmek ji 30 kîlometreyî ji çeteyên DAIŞ'ê hate paqijkirin. Bi vî awayî qonaxa destpêkê qediya.
Qonaxa duyemîn a pêngavê jî wê bi paqijkirina herêmên rizgarkirî ji mayinan û xurtkirina çeperên li van herêman dewam bike. Şervanên vê pêngavê bang li ciwanên Êzidî kirin, ku ji bo rizgarkirina Êzîdxanê û mirovên dîl hatine girtin, tevlî nava refên YBŞ'ê bibin.
'ÎRO DERFETÊN ME HENE KU EM XWE PERWERDE BIKIN Û ŞER BIKIN'
Şervanê YBŞ'ê Nûrhak Êzîdxan da xuyakirin, ku ji bo trajedî û fermaneke bi vî rengî di dema pêş de careke din rû nede, divê her kes bi erka xwe rabe û got, "Bi YBŞ'ê re derfetên Êzidiyan afirîn, ku karibin axa xwe biparêzin."
Êzîdxan bal kişand ser pêngava 'Tolhildana Jinên Êzidî' û got, "Bi pêşengiay YBŞ/YJŞ'ê gelek gund hatin rizgarkirin. Pêngava me bi rengekî serketî dewam dike. Divê hemû ciwanên me tevlî pêngava hilanîna tola jinên Êzidî bibin û ji bo rizgarkirina hemû gundên Şengalê bi berpirsyarî rabin. Bi vî rengî em dikarin bi ser bikevin û bi lez encamê bigirin. Roj ne ew roj e ku mirov li mala xwe rûnên û li rewşê temaşe bikin. Roj roja têkoşîna ji bo azadiya welat e. Divê em destûrê nedin ku axa me ya pîroz careke din bikeve destê çeteyan, dagirkeran. Ji bo di dema pêş de trajediya bi heman rengî rû nede, lazim e em îro bi erka xwe rabin."
Nûrhak Êzîdxan got, "Weke şervanên YBŞ/YJŞ'ê ji bo azadiya gel û axa xwe, çi divê em ê wê bikin. Em soz didin ku heta her bihosta axa xwe û jinên me yên dîlgirtî bên rizgarkirin, em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe şer bikin. Ji bo axa me nekeve destê kujeran, tecawizkar û dagirkeran, em ê tevî gelê xwe li ber xwe bidin. Divê mirov nekevin nava şaşitiyên beriya niha. Êdî artêşa me, hêza me heye. Derfetên me hene ku em xwe bi rêxistin û perwerde bikin. Lewma divê gelê me jî xwe bi YBŞ'ê re bi rêxistin bike, biparêze û cihê xwe di nava vê berxwedana rûmetê de bigire. 'Bijî Serok Apo', 'Hol hola tawizî melek e'."
'EM Ê TOLA JIN Û ZAROKÊN ÊZIDÎ HILÎNIN'
Şervanê YBŞ'ê Berxwedan Şengalî jî destnîşan kir, ku ew ê tola jin û zarokên Êzidî hilînin û tevahiya Êzîdxanê rizgar bikin. Şengalî işaret bi encamên erênî yên pêngavê kir û got, "Bêyî şehadet û birîndariyên cidî rû bidin, pêngava me dewam dike. Li ser vê bingehê gelek gund hatin rizgarkirin. Em niha li herêmên hatine rizgarkirin çeperên xwe xurt dikin. Piştre wê qonaxên nû yên pêngavê dest pê bikin û gundên mayî jî werin rizgarkirin."
Şengalî da zanîn, heta ku çeteyekî bi tenê li axa Êzîdxanê nemîne wê têkoşîna wan bidome û bang li ciwanên Êzidî kir, ku ji bo paqijkirina Êzîdxanê ji çeteyan û rizgarkirina hemû jinên Êzidî, tevlî nava refên YBŞ'ê bibin û cihê xwe di nava pêngavê de bigirin.
'BANG LI HER KESÎ DIKIM, KU JI BO AZADIYÊ ŞER BIKIN'
Şervanê YBŞ'ê Şahîn Xanesor anî ziman, pêngav heta niha bi rengekî serketî dewam dike û ew bi moral û hêrsa tolhildanê cihê xwe di nava pêngavê de digirin.
Xanesor da xuyakirin, heta hilanîna tola hemûjinên Êzidî ew ê berxwedana xwe bênavber bidomînin û got, "Ji bo pêngav rê li ber serketinên mezintir veke û herêm bi temamî were parastin, em bang li civaka xwe bi taybetî ciwanên Êzidî dikin, ku tevlî nava refên YBŞ'ê bibin. Rizgarkirina Şengalê ji çeteyan û pêşîgirtina li fermanên nû, bi tevlîbûna li nava YBŞ'ê dibe. Li ser vê bingehê bang li her kesî dikim, ku heta dawiyê ji bo azadiyê şer bikin."