Nûçeya Lezgîn: Ji Rêveberiya Tevgerê di salvegera merasîma şewitandina çekan de daxuyaniya girîng

2 şervan bi merasîmekê hatin definkirin

Şervanên azadiyê Azad Maa û Herkol Masîro ber bi rêwîtiya dawî ve hatin oxirkirin.

Bi sedan şêniyên Kantona Kobanê ji bo oxirkirina têkoşer Bawer Kurtay (Herekol Masîro) yê di bombebarankirina artêşa Tirk şehîd bûye û Ilyas Polat (Azad Mawa) yê di hemleya Xezeba Firatê şehîd bûye li goristana Şehîd Dijle kombûn.

Girseya gel û şervanên YPJ/YPG`ê karwan pêşwazî kirin û merasîm bi torana leşkerî ya şervanan despê kir. Endamê Yekîtiya Oldaran ê Kantona Cizîrê Şêx Mûsa El-Behrî di merasîmê de axivî û wiha got:ʺ îro şêniyên Kobanê bi şehîdên xwe ronî bûn û ji tarîtiyê rizgar bûn. Şev çiqasî dirêjbike wê roj were. Ciwan zarokên welatê xwe ne. Dev ji welatê xwe bernede û neçe Ewrûpaʺ.

Şêx Mûsa ji bo gelê Kobanê wiha got: ʺ Gelê qehreman em hatine serdana we ji bo silav bidin we, kêfxweşî û xemgîniya we li ser şehîdên we parvebikin.ʺ

Her wiha fermandara YPJ`ê Têkoşîn Kobanê axivî û wiha got: ʺEz sersaxî ji hemû malbatên şehîdan re dixwazim. Ji bo em xwedî li şehîdên xwe derbikevin divê em rêça wan bişopînin û biserbikevinʺ.

Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Rojnek Hac Gero nasnameya her 2 şehîdan xwend û radestî malbata wan kir.

Girseya gel û şervanan cenazeya her 2 têkoşeran spartin axê.