Di nameyê de wiha hate gotin: Tişta ku îro li Sûriyeyê deqewime felaketeke mirovî ye, di dîrokê de mînakên wê tuneye. Sedemên ku rewşa Sûriyeyêê gihandiye vê astê mudaxeleyên hêzên herêmî û navdewletî ye. Her dawî dagirkeriya Tirkiyê ya ji parçeyên girîng ên Bakurê Sûriyeyê ne. Beriya çend rojan, artêşa Tirkiyê ya dagirker gundên Rojavayê Minbicê bi awayekî wehşî êrîş kirin û hemû cureyên çekên giran bi kar anîn. Di encama van êrîşan de bi dehan sivîl şehîd ketin û gelek jî birîndar bûn, her wiha ziyanên madî gihiştin mal û zeviyên welatiyan. Piştî vê yekê jî nuqeyên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê kirin hedef û hejmarek ji şervana gihaştin asta şehadetê û gelek jî birîndar bûn.”
Di nameyê de bal kişand ser van xususan:
“Wekî tê zanîn ku ev êrîş piştî rizgarkirina heman gundan bi çend rojan ji hêzên tarî û vekişandina YPG/ YPJ û QSD‘ê ji herêmê û beşdariya wan a rizgarkirina Reqayê pêk hat.
Ev kiryarên dijber rastiya siyaseta hikumeta AKP‘ê ya piştevaniya bi rêxistina teroê ya DAIŞ‘ê nîşan dide. Tirkiyê dixwaze bi vê yekê hêzên ku bi rastî şerê rêxistina DAIŞ‘ê li Sûriyeyê û Iraqê dike hedef bigire û vîna wan bişkîne. Her her wiha dixwazin aloziya Sûriyeyê kûrtir bike û nakokiyên di navbera hêzên çekdar de mezintir bike da ku hevpeymana Milî zindî bike û planên toranî di Sûriyeyê de pêk bîne.
Daxwaza me ji we ew e ku hûn li hember planên qirêj ên dagirker a Tirkiyê yên li dijî yasayên navdewletî helwesteke zelal nîşan bidin.
Hêviya me bi Yekîtiya Ereban heye ku wê bi rola xwe rabe û kiryarên Tirkiyê şermezar bike. Her wiha wê karibe zextê li Tirkiyê bike da ku hêza xwe ji Sûriyeyê vekişîne. Kiryarê dewleta Tirkiyê ewlekariya herêmên me dixe xeteriyê û pêngavên me yên li dijî terorê asteng dike.”