AKP mûçeyên ji aliyê şaredariyê ve hatine dayîn, şûn ve dixwaze!

Qeyûmê li navçeya Qelqelî ya Wanê bi cih bû, gaveke ecêb avêt û biryar da ku mûçeyên di dema bihurî de ji personalan re hatin dayîn, ji Hevşaredarên DBP'yî bên standin.

Hikûmeta AKP'ê ku qîma xwe bi desteserkirina şaredariyên DBP'yî nîne, niha jî biryar da ku mûçeyên berê ji personelan re hatine dayîn, ji hevşaredaran bên standin.

Serdar Karal ê weke qeyûm li Qelqeiyê bi cih bû, gaveke balkêş avêt. Vî qeyûmî li gorî rapora kontrolê ya Wezareta Karên Hundir, îdîa kir ku bi rengekî ne li rê, mûçe ji karkerên demkî re hatine dayîn û biryar da ku li gorî pereyê berê 677 mîlyar TL ji hevşaredar Mûrat Dûrmaz û Handan Bagci yên ji wezîfeyê hatine kirin, bê standin.

Qeymeqamê Tirk biryara xwe ji Dûrmaz û Bagci re ragihand.

Parêzerê Mûrat Dûrmaz Emrah Aslan da xuyakirin, ku wan serî li rêyên hiqûqî dane û destnîşan kir, ku ev biryar qanûnî nîne.