Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Tusu hat veşartin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Erdem Tusu yê li Mêrdînê di şer de jiyana xwe ji dest da, li Amedê hat veşartin.
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Erdem Tusu yê li Mêrdînê di şer de jiyana xwe ji dest da, li Amedê hat veşartin.
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Erdem Tusu (Demhat Brusk), ku roja 16'ê Mijdarê li herêma navbera navçeya Qoserê ya Mêrdînê û navçeya Wêranşarê ya Rihayê di şer de jiyana xwe ji dest da bû ji aliyê malbatê ve li nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê hat wergirtin û birin Amedê. Li Goristana Yenîkoyê merasîm hate lidarxistin û gelek reveberên HDP, DBP’ê tevlî bûn. Piştî bicihanîna wecîbeyên olî cenazeyê Tusu li ber dirûşmên 'Şehîd Namirin' hat veşartin.
Di dema merasîmê de wekîla Hevseroka DBP’ê Leyla Ayaz axivî û wiha got; "Dem ne dema axaftinê ye, dema dema tekoşînê ye."
Bavê gerîlayê HPG’ê Tusu jî axivî û wiha got; "Ev şehîd, ev biratî û ev yekîtî ya tevahiya Kurdistanê ye."
Piştî merasîm qediya û gisre belav bû, polîsên Tirk birayê Tusu Mehmet Zatî Tusu bi hinceta dirûşme qîriya ye binçav kirin.
Sersaxî wê li mala sersaxiyê ya Temîran bên qebûlkirin.