"Hevrê Xelat di pêvajoyên ku di destê dijmin de mabû rêyek ji xwe re diyar kiribû. Bi tena serê xwe jî maba wê xwe rêxistin kiriba. Dîsa bi tena xwe jî maba wê mirov bandor kiriba. Û ev bi awayekî pir xurt pêk dianî."
YEKTA ŞOREŞ
NAVENDA NÛÇEYAN
çarşem, 23 sermawezê 2016, 07:52
Gerîlaya Tevgera Apoyî, şervana azadiyê Xelat beriya derbasî Bakur bibe wiha dibêje:
“Navê min Xelat Gorsê. Sala 1982’yan li Mêrdînê hatim dinyayê. Sala 1999’an tevlî nav refan bûm. Ez ji Amedê hatim nav refan. Ez demekê li wir mam. Bi pêvajoya paşvekişandinê re derbasî Başûr bûm. Ez niha jî li ser rêya Botanê me. Ez diçim Botanê.
Em di pêvajoyeke pir giran de derbas dibin. Hem li ser Rêbertiya me, hem li ser gel û hem jî li ser tevgera me êrîşeke pir zêde heye. Em jî dixwazin bi çûna Botanê re bersivê bidin vê pêvajoyê. Sala 1999’an dema ji Amedê tevlî bûm, demekê li wir mam. Li wir pratîkeke min a nîvçe mabû. Niha dixwazim biçim wir û wê pratîka xwe ya nîvçe temam bikim. Min dixwest careke din biçim Amedê, lê rêxistinê Botan guncaw dît. Niha jî dixwazim biçim wir û li wir ji pêvajoyê re bibim bersiv. Wek xwendekareke Akademiya Şehîd Bêrîtan me li vir lêhûrbûneke xurt kir û niha em dixwazin biçin, vê lêhûrbûnê bixin pratîkê û bi vî awayî bibin bersiv. Ez ji vê yeqîn dikim ku bi hêza me ji vir girt, em ê bibin bersivek jî. Hewce nake mirov tiştekî cudatir bêje. Ji ber tiştên hewce ye bên gotin, hevrêyên me yên bi qehremanî şehîd ketin gotin. Bi taybet di şexsê hevrê Şehîd Viyan de dikarim vê bêjim. Têkoşîn, sekn û kesayeteke çawa hewce dike, li gor pêvajoyê ew hatin destnîşankirin û em niha dixwazin li gor wê tevlîbûnekê çêbikin. Li ser vî esasî ez ji hevalên ku li vir dimînin re serketinê dixwazim. Ez yeqîn dikim ku em ê bi têkoşîna xwe li wir bersivê bidin dijmin.”
Hevrêyeke gerîla Xelat, têkildarî jiyan û têkoşîna Xelat wer behsa wê dike:
“Hevala Xelat her çi qasî li Amedê mezin bû be jî bi eslê xwe ji Mêrdînê ye. Di temenekî biçûk de dikeve zindanê. Dîsa birayekî wê sala 1991’ê ku tevlî dibe, sala 1994’an li Amedê şehîd dikeve. Birayê wê ew bi partiyê re dabû naskirin, lewma pir bi birayê xwe ve girêdayî bû.
Birayê wê li Amedê şehîd dikeve. Ji ber vê xeyalê hevala Xezal eyaleta Amedê ye. Yekemîn cihê lê maye jî Amed e.
Di hevala Xelat de tişta herî zêde bala min dikişand çavên wê bûn. Çavên wê yên kesk mîna brûskê bûn. Çavên nêzî xwezayê bûn. Û bi rastî jî mîna brûskê lê didan.
Hevrê Xelat, di îşkenceyên zindanê de dijmin baş nas kiribû. Ew rastiya faşîzan nas kiribû. Lewma tecrûbeyên xwe timî ji ciwanan re radigihand. Ciwanan zêde rastiya dijmin nas nedikirin. Ew bi israr bû rastiya dijmin fêrî ciwanan bike. Yek jî bi giştî aliyên wê yên fêrkariyê xurt bûn.
Pîvanên pir xurt ên hevrê Xelat ên rûniştî hebûn. Pir kamil û gihiştî bû. Giraniyek wê hebû. Cidiyeta xwe bi sekna xwe nîşan dida. Yek jî jiyana wê pir bi disîplîn bû. Di PKK’ê de ku em jê re dibêjin, xwe disîplînekirin, xwe bi xwe terbiyekirin bi awayekî muezem pêk dianî.
Dîsa pir girîngî dida rêxistinbûnê. Rêxistinbûn ji bo civaka Kurd bike hêz pir dida pêş. Civakîbûn bi awayekî ku dihat maneya rêxistinbûneke xurt gelekî zêde li ser diponijî.
Hevrê Xelat di pêvajoyên ku di destê dijmin de mabû rêyek ji xwe re diyar kiribû. Bi tena serê xwe jî maba wê xwe rêxistin kiriba. Dîsa bi tena xwe jî maba wê mirov bandor kiriba. Û ev bi awayekî pir xurt pêk dianî.
Hevrê Xelat 31’ê Gulana 2007’an li qada Kela Memê ya Botanê bi komek hevrêyên xwe re tevlî karwanê şehîdan bû. Her çi qasî xeyalê wê Amed jî bû, wek keseke evîndara Kurdistan, her cihê welêt pîroz didît.
Bila stêrk bi ser te de bibarin hevrêya min a xweşik…”
Şeh bike pora xwe keça rûken
Bêyî mûyên pora xwe yên spî bûne bihejmêrî
Bêyî sedema wê pirs bikî
Tijî mirine îro
Evîna min ji siberojan re ye
Min tijî kiriye hezkirinên xwe
Êş tesîrê li min nakin
Binihêre li çavên min
Ji şînahiya biharê hê şîntir e
Bi bêdawîbûnê xwe xwedî dike
Gelek îsyan dîtin bedena min
Dizane li ber xwe bide
Heta ku ev dil di beden de bisekine
Eger behnek be jiyan
Wê şevê jî kun bike
Bi agirê hêviyê
Wê ronî bike berbangê...
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan der barê cangoriyên Kurdistanê de wiha dibêje: “Îro ku em hewl didin hemû civakê ber bi jiyaneke demokratîk ve bibin, em destnîşan dikin ku mirovatî ne neçar e weke faşîzm dixwaze bijî, hebûneke ku bi qasî bilindbûna xwe qîr bike pîroz e û ev jî di PKK’ê de berçav dibe, hem jî heke em nîşan didin ku ev ji herî nêz ve û dema hewce dike, bi tena xwe di nav şert û mercên herî zehmet de wer tê temsîlkirin, em diyar dikin ku heqîqeteke herî mezin a dîrokî û li ser navê mirovatiyê destketiyeke mezin heye. Ev ne rastî û nûnertiyên wer besît in. Dîsa mirov nikare wan tenê weke nûnertiyên ji bo valaderxistina ferzkirinên faşîzmê yên di roja me de binirxîne. Ev nirxên wiha ne ku bandorên wan dikare sedsalan dorpêç bike. Vaye di têkoşîna me de qîmetê rastî yên şehîdên me wiha ye. Em bersivê bidin û wezîfeyên ku vê maneyê daniye ser milê me em bi serketineke mezin bînin cih!”
Nasnav: Xelat Gorsê
Nav û Paşnav: Cîhan Ûnat
Dîrok û Cihê Jidayikbûnê: 1980 Qoser/Mêrdîn
Navê Dayikê: Xalîse
Navê Bav: Mehmet Necîm
Dîrok û Cihê Tevlîbûnê: 1999/Amed
Herêmên lê maye: Amed, Qendîl, Metîna, Zap, Botan
Dîrok û Cihê Şehadetê: 31’ê Hezîrana 2007/Botan/Kela Mem