Nûçeya Lezgîn: Ji Rêveberiya Tevgerê di salvegera merasîma şewitandina çekan de daxuyaniya girîng

Hevserokên şaredariya Tilqebîn Takas û Aytiş hatin girtin

Li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê Hevşaredariyê bajarokê Tilqebûn Rebîa Takas û Tahîr Aytiş hatin girtin.

Hevşaredarên bajarokê Tilqebîn Rabîa Takas û Tahîr Aytiş ên ku pêr hatibûn binçavkirin ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.

Li gel Takas û Aytiş xebatkarên şaredariyê Abdulvahît Avar, Haşim Bîlgîn ên ku karûbarên wan ên li emniyetê temam bûn û şûn de sewqî edliyeyê hatin kirin. Avar û Bîlgîn ên ku bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin hatin berdan hevşaredar jî bi îdîayên “Endamên rêxistinê” û “Propagandakirina rêxisinê” hatin girtin.

Takas û Aytiş bi îdîayên ku mekîneyên kar dane YPS’yiyan ji bo kolandina xendekan û axaftinên di Newrozê de kirine hatine girtin.

Piştî biryarê avahiya şaredariyê ji aliyê leşkeran ve hate dorpêçkirin.