Ataman a ji aliyê dewleta Tirk ve hat şewitandin, spartin axê
Cenazeyê Hediye Ataman, ku ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hat şewitandin, hat veşartin.
Cenazeyê Hediye Ataman, ku ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hat şewitandin, hat veşartin.
Cenazeyê Hediye Ataman, ku li taxa Çelebîbagi ya navçeya Erdîş a Wanêroja 18'ê Mijdarê ji aliyê leşker û polîsên Tirk ve li mala xwe hat şewitandin, hat veşartin.
Cenazeyê Ataman ji Navenda Tipê ya Dûrsûn Odabaşi hat girtin û êvarê anîn Erdîşê.
Cenazeyê Ataman ku bedena wê bi temamî şewitî bû, piştî bicihanîna wecîbeyên olî, danê nîvro li Goristana Navendî ya Çelebîbagi hat veşartin.
Beşdarên merasîmê piştre berê xwe dan konê sersaxiyê.
Polîsên Tirk bi gelek maşînên zirxî dor li herêmê girtine.