KODAR: Îran xwerêveberiyê nas bike, KODAR amade ye pê re danûstandinan bike

Hevserokê Konseya Rêveber a KODAR'ê Fûad Bêrîtan got, "Eger Komara Îslamî mafê xwerevêberiyê bi fermî nas bike û amade be ku qanûna xwe ya bingehî biguhere, KODAR jî ji wê yekê re hazir e ku pê re danûstan bike."

Hevserokê Konseya Rêveber a Komalgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) Fuad Bêrîtan diyar kir ku Komara Îslamî ya Îranê xwerêveberiyê bi awayekî fermî nas bike ew weke KODAR amade ne ku bi Komara Îslamî ya Îranê re rûnin û dest bi danûstandinan bikin.

Fuad Bêrîtan li ser geşedanên Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê jî got ew modêla Xwerêveberiya Demokratîk a li Rojava ji xwe mînak digirin û çareseriya Rojhilatê Kurdistanê jî di vê modêlê de dibînin. Bi berdewamî got, divê Îran li dijî Kurdan dev ji polîtîka û hişmendiya berê ya ku digot, "Kurd tehdîda hevbeş a Îran û Tirkiyê" berde û heke Îran li gorî hevsengên nû yên Kurdistanê û herêmê nêzîkatiya xwe ya li Kurdan neguherîne ew ê bi krîzeke mezin re hevrû bibe.

GIRINGIYA KONGREYA 2. A KODARÊ

Her wekî ku tê zanîn çend rojan berî niha li Qendîlê, 2. kongreya Kodar li dar ket. Weke pirsa yekemîn li gorî kongreya 1. çi guhertin dihat dîtin?

Di rastiyê de em dikarin ji du aliyan ve vê pirsê bibersivînin. Ya pêşî; ev paradîgma ku Kodar li Îran û rojhilatê Kurdistanê li ser hate avakirin, bi rengekî diyar li rojavayê Kurdistanê û Sûriyê, jêhatî bûn û hêza xwe ji bo çareserkirina mijarên siyasî û civakî  diyar kirin. Bi awayekî çalak navê xwe xist rêza yekem ji yên ku xudan formîleke taybet in ji çareseriya qeyranên siyasî, huqûqî û civakî a civakê re.

Ev ezmûn xala lihevhatineke giring bû ji bo paradîgmaya ku Kodar jî beşek ji wê ye. Ji lewre ezmûna serketî a rojavayê Kurdistanê da nîşan ku ji bo mewzûbehsek ku Kodar pêşengiya wê dike xala hevbeş a rastexwe di herêmê de pir in. Ev rewş û ev ezmûna demokratîk, giraniya mewzûbehs û paradîgmayî a Kodarê berfireh dike. Wê demê zemîna çalakî û bîrdozî ji bo Kodar heta astek zêdetir bû. Bi vê mijarê re rewşa siyasî li nawxwe ya Îranê û herwisa li herême wê bê guhertin. Tevahî wan guhertinan li ser faktorên siyasî a di Kurdistan û Îranê de bi bandor bûye. Di kongra duyemîn de, ev hemû mijar mîna derfet û metirsiyên qonaxê hatin diyarkirin û li ser guftûgo hatin kirin. Bi giştî Kodar di rêka gihîştina bi armancên xwe û li ser hîma ezmûnên ku di du salên bihûrî de bi dest xistiye, gavek ber bi pêş çû û xwe ji bo werzeke nû ji tekoşînên demokratîk û piralî, di rêka pêkhatina modela konfederalîzma demokratîk amade dike.
 
'KU KOMARA ÎSLAMÎ MAFÊ XWERÊVEBERIYÊ NAS BIKE…'

Gelo di sekna we de ya li hember Komara Îslamiya Îranê çi guhetinan çêbûye an jî li ser seknê xwe pêdagirî dikin?

Prensîba bingehîn a Kodarê li hember Komara Îslamî bi wî rengê ye: Eger Komara Îslamî mafê ‘xwerevêberî’ bi fermî nas bike û amade be ku zagonê xwe ya bingehî biguhere, Kodar jî ji wê yekê re hazir e ku pê re danûstan bike. Eger newisa be jî Kodar hewl dide modela Konfederalizma Demokratîk bi awayeke yek alî bi rêxistin bike. Ji lewre danûstandina Kodar bi Komara Îslamî re girêdayî helwesta Komara Îslamî li hember pirsa Kurd û asta pejirandina mafê xwe reveberî a demokratîk û mafên bingehîn a gelê Kurd e. Kodar pergaleke demokratîk e ku modela dewlet-netew esas nagre û di pêşniyaza civakê de dixebite. Rêxistinkirina civakê li ser esasê berfirehkirina demokrasî û pêkhatina konfederalîzma demokratîk hîm digre. Eger Komara Îslamî bikaribe hezim bike, wê demê danûstandin pêkan e; lê eger ne wiha be û Komara Îslamî a Îranê ev modela demokratîk weke tehdîd bibîne û bi feraseteke emniyetî lê binêre, wê rewşek cihêwaz rû bide. Rewşek wisa ku Kodar di nav de, li hember her cûre zext û gefek, li ber xwe dide û parastina rewa esas digire. Kodar hêzeke wisa ye ku li aliyên zihnî û kiryariyê ve ji her dû rewşan re amadeye. Herçend ku çareseriya pirsgirika Kurd bi awayeke demokratîk tercîha Kodarê be jî.

'EGER ÎRAN NÊZÎKATIYA XWE YA LI KURDAN NEGUHERÎNE WÊ KRÎZEKE MEZIN BIJÎ'

We di kongreya xwe de ragihand ku di egera pêk hatina guhertinan di helwestên Îranê de, dikarin ku bi wan re rûnên. Tê zanîn ku heya niha Komara Îslamî a Îran hîç yek ji partî û tevgerên siyasî bi awayeke fermî mîna muxalefet pesend nake. Bi nêrîna we gelo potansiyeleke wisa di Komara Îslamî de heye ku bi rengekî demokratîk û bi rêka diyalog ve pirsên hundurîn û pirsa Kurd çareser bike?

Demokratîzasyona Îranê , çareseriya siyasî a pirsa Kurd û her wisa bi fermî naskirina mafê xwerêveberiya demokratîk a gelê Kurd, hevsengiya siasî û herêmî a Îranê zêdetir dike. Berowajiya wê jî derbasdar e. Bêçareserî  hiştina pirsê Kurd û her wisa reva ji rûbirûbûna rast û bingehîn a bi wê mijarê re, tim hukumeta Îranê dixe nav metirsyan. Ev mijar xala zeîf a Komara Îslamî a Îranê ye. Dema ku Îran bi dijminê xwe yê îdolojiya xwe re hevdîtinan dike, çima nikare bi hêzên demokratîk û civakî yên li Kurdistan û Îranê re rûnê. Rastî ew e ku veguhertinên herêmê ber bi aliyekî ve dimeşe ku berçav negirtina vebûna demokratîk di Îranê de ne gengaz e. Ji ber ku eger ne wiha be pêlên qeyranên ku heya niha piranî li derveya sinûrên Îranê ne derbasî hundurê Îranê bibe. Dewleta Îranê  ku  nêrîna xwe di derbara hevsengiyên siyasî û herêmî yên Kurdan neguherîne, wê bi qeyraneke ciddî û kûr re hevrû bibe .Li rojavayê Kurdistanê û bakura Sûriyê li ser avakirina pergala federatîv nîqaş hene ev mijar hatiye teqezkirin. Rewşa Tirkiye li ber çavan e. Hikûmetek ku ji çareseriya demokratîk direve û di rastî de welat ber bi heldêrê ve dibe. Ev rastiyek e; dostaniya stratejîk yê bi Kurdan re û pejirandina mafê xwerêveberiya wan zemînan çêdike û enerjî dide. Berovajî wê yekê jî dijminatiya bi Kurdan re û  nasnekirina mafê an, vedigere xala herî lawaz yên hikûmetan û wan ber bi qeyranê ve dibe. Zêdebûna hêza siyasî û tekoşînên Kurdan wê yekê hîn bêtir dide ferzkirin.                                                    

'KODAR SÎWAN E'

Hûn dibêjin Kodar pergaleke sîwan e û dikare hemû partî û tevgerên siyasî  di navxwe de bi cih bike. Ji aliyek din ve jî we gotiye ku dikarin bi partiyên siyasî yên Kurd di rojhilata Kurdistanê de di nava danûstanan de bin. Wiha dixuye ku niyet û armancên we lidarxistina hevgirtinek ji bo tekoşîneke bi bandor li hember Komara Îslamî be. Hûn di wê baweriyê de ne ku partiyên din wê mijarê erê bikin?

Çêbûna eniyeke demokratîk a berfireh li rojhilata Kurdistan û Îranê pêwîstiyeke dîrokî ye. Parçebûn û belavbûna hêzên civakî û siyasî yên ku ava bûna, civakêke azad û demokratîk dike armanca xwe ya sereke, gef û tehdîdeke ciddiye ji demokratîzasiyona Îranê re. Tevahî navendan, saziyan, grûpan û partiyên ku xwedan ferasete demokratîk in, pêwîste hêza xwe ya tekoşînê ji pertewazebûna heyî ber bi hevgirtineke zêdetir ve bibin. Civakek ku hêzên wê ên demokratîk  û guhertinxwaz ne amade ne ku bi hev re rûnin û tekoşîneke hevbeş bidin meşandin, di bin metirsiyan de ne. Em weke pergala Kodarê, tevî ku bi hemû hêzên xwe ve hewl didin rexistin û zemînan di rojhilata Kurdistanê û Îranê de ava bikin, di wê rêkê de ji hêzên xwe yên fikrî û rêxistinî bi bawer in û di heman demê de amade ne  bi her tevgerê re danûstandinan bikin. Ser partiyên rojhilata Kurdistanê re jî, bi nêrîna me danûstandin û hevgirtineke bêtir di navbera me û tevgerên azadîxwaz û demokrat a di Azerbaycan de, hêzên guhertinxwaz a Ereb, Belûç, Tirkman û herwisa hêzên din a Îranê weke pêwîstiyeke dîrokî û armanceke stratejîk e. Di wê rêkê de em weke Kodar amade ne ku bi  berpirsyariyên xwe rabin.

'EM MODÊLA ROJAVAYÊ KURDISTANÊ MÎNAK DIGIRIN'

Niha li rojavayê Kurdistan û bakurê Sûriyê çêbûna federasyona rojava û bakurê Sûriyê tê axaftin. Di heman demê de Hêzên Sûriya Demokratîk pêngava azadkirina Reqayê dest pê kirine. Elaqa we wEw Kodar bi rojavaya Kurdistan û modelek ku li wê derê heye çiye?

Modelek ku niha li rojavayê Kurdistanê de heye, di rastî de diyardeyeke kiryarî ye, ya wê modele ku em ji bo rojhilata Kurdistanê dixwazin. Li wê derê çi derbas dibe? Xwerêveberiya demokratîk di rojavayê Kurdistanê de tevahî aliyên siyasî, etnîk û olî yên cih bi awayekî fermî nas dike û wana dixe nava rêweberiya siyasî de. Wekheviya jin û mêran di hemû astên civakî, siyasî, rêveberî û leşkerî de hatiye avakirin. Hevpeymana civakî a rojavayê Kurdistanê, hevpeyvîna herî pêşketî a di Rojhilata Navîn de ye û di heman demê de mekanîzmayên bi kirin û çavdêriya li ser wan jî hatiye ava kirin. Paradîgmaya demokratîk li rojavayê Kurdistanê di demek de ku dikare hebûna xwe û hebûna yên dinê jî biparêze û mînaka wê a berbiçav jî Kobaniye, di heman demê de xwedan hêzeke mezin e ji bo rêweberiya cihê yên civakî û siyasî. Modelek wiha ye ku neketiye bin bandora şerên mezhebî û etnîkî û weke derfet li cihêtiyan dinêre ne weke tehdîd. Em weke Kodar ji aliya fikrî, ferasetî û paradîgmayê ve hêzên pêşxistina vê rewşê ne, di Îran û rojhilatê Kurdistanê de. Ev jî tevî li berçav girtina taybetmendiyan û hal û mercên siyasî, civakî û dîrokî a taybet ji bo rojhilata Kurdistanê. Pêşdeçûnên ku rojavayê Kurdistanê ceribandiye, potansiyelek e  ji bo tekoşînên me ya fikrî û siyasi, di Îran û rojhilata Kurdistanê de. Kodar li ser wê baweriyê ye ku hukmeta Îranê pêwîst e guhertinan û weguhertinan rast binirxîne û zemîna pêvajoya çareseriyê a di Îranê de dest pê bike. Çaresernekirina pirsa Kurd tenê serfa enerjiyan zêdetir dike û dema wê paş de dixe. Edî Kurdan aktorekî  girîng in di herêmê de û bêyî li berçavgirtina daxwaziyên wan ên demokrat û mirovî, çi projeyek li Rojhilata Navîn bi  pêş nakeve.

'PÊWÎSTE ÎRAN DEV JI MANTIQA ,’MIJARA KURDE TEHDÎTA HEVBAŞ A ÎRAN Û TIRKIYÊ YE’ BERDE'

Di çend rojên bihûrî de gelê rojhilat hewl dan ku ji bo piştgirya li HDP hin çalakiyan bikin; di çend bajaran weke Kirmaşan, Tehran û hwd. piştgirên HDP derketin kuçeyan lê di hinek bajaran de hêzên ewlekariya rejîmê li hember wê yekê bûn asteng. Vê helwesta dewleta Îranê hûn çawa dinirxînin?

Pêwîst e berpirsên Îranê wê pirsê bibersivînin. Çima îtraz û nîşandana nerazîbûna li dijî dewleta dagirker a Tirkiye weke tehdîd ji bo Îran tê dîtin? Çêkirina astengan li hember çalakiyên nerazîbûna medenî yên Kurdan û wijdanên şiyar a mirovan, naye qebûlkirin û mehkûmbûyî ye. Ji aliyê siyasî ve dewletên Îran û Turkiya du ser ji bereyên muxalif in û hev du pasîv dikin. Mînaka wê jî kiryarên wa li Sûriye û Iraqê ne. Pêwîste e dewleta Îranê dev ji mentiqa kevn a ‘ mijara Kurd tehdîd hevbeş a Îran û Turkiye ye’ ber de. Dijminatiya bi Kurdan re û tehdîddîtina wan, ne tenê deskeftiyek bi xwe re nayîne lê hêzeke giran jî dike xisar. Nezîkbûna Tirkiya a faşîstî li hember Kurdan, wê welatê ber bi helweşînê ve bibe. Dewleta Tirkiyê bi nêzîkatiya xwe ya dijminane  li hember Kurdan, di rastî de xwe ber bi mirinê ve dibe. Her cure karê ku piştgşrî bide hukûmetek wiha faşîst, ji bo dewleta Îranê jî bê deskeft dibe. Dewleta Îranê jî pêwîst e wê peyamê nede ku di dijminî bi Kurdan re bi Turkiyeyê re hevpar û hevbîr e. Nêzîkatiyeke emniyetî li hember dijberên dewleta Tirkiyê di Îranê de, nîşan dide ku Îran ji mehkumkirina Turkiye nekêfxweş e. Gelo gelê Kurd bêtir ji vê ku her du dewletan hevpar û hevbawer in, ji wan helwestan çi fêm bike? Eger dewleta Îran dixwaze berevajî wê yekê nîşan bide, çima pêşî ji wan çalakiyên medenî digre?

Wekî pirsa dawî; di van demên dawiyê de li meclisa Îranê çêbûna fraksiyona Azeriyan mijara behsê ye. Nêrîna Kodarê ji bo wê mijarê çiye?  Heya çi astek dikare bibandor be?

Avabûna fraksiyona Azeriyan an jî hebûna fraksiyonên Kurdan, Ereban û hwd. di rewşeke wiha de ku bi armanca pêkanîna rista demokratîk û çareser ker be, dikare sûdewar be. Eger ne wiha be jî tenê bi hebûna qaliban û mekanîzmayan bi tenê ne têrker e û sûdek jê tuneye. Mijara bingehîn ev e ku wan fraksiyonan heta çi astî dikarin û dixwazin ji bo gihaştina bi mafên bingehîn û mirovî yên etnîsîteyan û gelan li Îranê gav bavêjin û di rêkek de bimeşin, da ku cihêyî û binpêkirina mafên mirovan bi dawî bibe.