Li Silopiya yê tevgera zêde ya artêşa Tirk
Li Silopyayê di saetên êvarên de ber bi derîyê sînor ve sewqiyatekî mezin a leşkerî pêk hat. Li her 3 dibistanên navçeyê jî leşler hatine cih kirin.
Li Silopyayê di saetên êvarên de ber bi derîyê sînor ve sewqiyatekî mezin a leşkerî pêk hat. Li her 3 dibistanên navçeyê jî leşler hatine cih kirin.
Ev demekî dirêje sewqiyeta leşkerî ya dewleta Tirk a Başûrê Kurdîstanê berdewam dike. Di saetên êvarî de ber bi deriyê sînor yê Sîlopyayê ve dîsa sewqiyateke mezin a leşkerî pêk hat. Sewqiyeta leşgerî li ber Kargeha Petrolê ya Navnetewî(TPIC) a 3 km dûrî deriye Xabûr e.Tê gotin sewqiyeta leşkerî wê weke sewqiyetên din ê di deriyê sînor de derbasê Başûrê Kurdîstanê bikin.
LEŞKERAN LI DIBISTANAN CIH KIRIN
Li gel sewqiyata leşkerî herî kêm li 3 dibistanên navçeya Silopyayê leşker cih kirin.Ev dibistan jî dibistana Sevgî, 23 Nîsanê,û Cumhuriyet in.
Bi çûyîna Neçîrvan Barzanî ya Tirkiye û zêdebûna sewqiyata leşkerî ya ber sînor ve bal kişand.