Nûçeya Lezgîn: Ji Rêveberiya Tevgerê di salvegera merasîma şewitandina çekan de daxuyaniya girîng
BI DÎMEN

Salek derbas bû, Tahîr Elçî hê li wir e

Di ser kuştina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî re salek derbas bû. Lê di nava salekê de kiryar nehat darizandin, delîl ji holê hatin rakirin, ya jî qet nehatin ronîkirin.

Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî ku di jiyana wî ya kar ji bo ronîkirina 'kuştinên kiryar nediyar' derbas bû, li dijî tinekirina dîrokê di 28'ê Mijdarê de li ber Minareya Çar Ling daxuyaniyek da çapemeniyê, lê demeke kurt piştî daxuyaniyê hate kuştin. Kuştina Elçî kêlî bi kêlî ji aliyê rojnamevanan ve hate qeydkirin. Her tiştî ji nişka ve rû da bû û Tahîr Elçî di hedefa polîsên bênavber gule direşandin de, bû. Her tişt li pêş çavan bû, dîmenan gelek tişt nîşan didan. Lê belê qedexeya derketina derve ya heman piştî vê cînayetê hat ragihandin, lêkolînnekirina cihê bûyerê û ji holê rakirina delîlan kir ku lêpirsîn demeke dirêj bidome. Xeterî derket holê ku aqûbeta wî jî bibe mîna bomberdûmana gundên Kûşkonar û Koçagili, komkujiya Licê, komkujiya Roboskî û cînayetên Cemal Temîzoz rê li ber vekir.

DÎMEN ZELAL IN

Di dosya Elçî de heta niha kiryarekî bi tenê jî nehatiye darizandin. Di dema şerê wê kêliyê de, di dîmenan de jî tê dîtin, polîsên li aliyê çepê yê Elçî bênavber guleyan direşînin. Di dîmen de bi rengekî zelal tê dîtin, du ciwanên li serê kolanê li dijî polîsan şer kirine, ber bi aliyê kolana Minareya Çar Ling a daxuyanî lê tê dayîn dibezin, polîs guleyan li wan dibarînin, lê ciwan ti bersivê nadin wan. Dîmenên derketin holê û gotinên şahidan nîşan didin ku bi îhtimaleke gelekî mezin Elçî bi guleya polîsan hatiye kuştin. Ev înfaza li pêş çavên her kesî hat kirin, timî hat manîpulekirin.

3 CARAN DOZGER HATIN GUHERTIN

Di vê dosyayê de ku demeke dirêj biryara nepenîtiyê li ser bû, ji parêzeran re ti delîl nehat dayîn. Medya navendî ya dewletê jî timî nûçeyên ji bo manîpulekirina cînayetê weşand. Nûçeyên bi sernavê "PKK'iyan ew kuştiye" di rûpelên medya navendî ya dewletê de her derketin pêş. Di nava vê demê de 3 dozgerên ji dosyayê berpirsyar hatin guhertin. Tevî ku agahiyên nû li ser dosyayê hene jî, ti gavek nehat avêtin. Hat xwestin, dîmenên kamera Mardîn Kebap Evî ku li pêşberî cihê bûyerê ye û dîmenê bûyerê kişandiye li dosyayê were zêdekirin, lê parêzeran kir nekir nekarîn vî dîmenî bibînin. Ekîbên lêkolînkirina cihê bûyerê du caran cihê bûyerê lêkolîn kirin, lê qalikên fîşekan nedan hev. Ji dîmenên kamera ewlekariyê ya PTT'ê, beşa ji 17 deqeyan hat jêbirin.

'ME 100 CARÎ DAXAWZ KIRIN, LÊ BICIH NEHATIN ANÎN'

Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen rewşa heyî ya dosya Elçî ji ajansa me re nirxand û bibîr xist, ku Elçî jiyana xwe ya pişeyî bi têkoşîna edalet û demokrasiyê derbas kiriye. Ozmen destnîşan kir, ku dosya lêpirsînê bi xurtî nayê meşandin û got, "Di ser bûyerê re salek derabs bû. Lê heta niha îfadeya kesekî weke gumanbar nehatiye girtin. Lewma tevî ku biryara nepenîtiyê li ser dosyayê nîne jî, em nikarin xwe bigihînin temamiya dosyayê. Dozger li şûna ku agahiyan bidin parêzeran, didin çapemeniyê. Me xwest kujerên Elçî û hêzên tarî yên li hişt, bi delîlên rastî bên eşkerekirin. Nûçeyên manîpule zerarê dide lêpirsînê. Bi qasî 100 caran me daxwaz ji meqama lêpirsînê kirin. Lê heta niha yek ji van daxwazên me bi cih nehatiye anîn."

'DÎMENÊN KAMERA EWLEKARIYÊ GELEKÎ GIRÎNG IN'

Ozmen diyar kir, dîmenên kamera ewlekariyê ya Mardîn Kebap Evî, ku li pêşberî cihê bûyerê ye, gelekî girîng e û got, "Ji 30'ê Mijdarê û pê ve me ev delîl ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê re pêşkêş kirin. Me got, ji ber şer divê ev delîl derhal bên wergirtin. Delîl hatin wergirtin. Lê hê jî nehatine eşkerekirin û nahêlin em lê temaşe bikin. Ev yek bi xwe nîşan dide, bê lêpirsîn çawa tê meşandin. Piştî hewldana darbeyê, yek ji sê parên dadgerên nava sîstema dadgeriyê ji kar hatin kirin. Yên li ser erka xwe man, bi meşandina vê lêpirsînê hatin wezîfedarkirin. Heta niha 3 dozger di vê lêpirsînê de hatine guhertin. Hefteya bihurî careke din dozger hat guhertin."

'EM BI GUMAN IN'

Ozmen wiha dewam kir: "Piştî kuştina Tahîr Elçî, di medya navendî ya dewletê de hat ragihandin ku 3 kes hatine binçavkirin. Lê ev operasyonên xapandinê ne. Dadgerî di mijara ronîkirina bûyerên bi vî rengî de heta niha karekî baş nekiriye. Mînakên berbiçav ên vê yekê jî dosyayên kuştinên kiryar nediyar ên salên 1990'î ne. Kuştinên kiryar nediyar ên hatine ronîkirin, bi qasî tineye, kêm e. Di sala 2009'an de hin dozên kuştinên kiryar nediyar ji nû ve hatin vekirin û birin bajarên cuda. Piştre yek bi yek biryara beraatê hat dayîn. Lewma li ser dosya Elçî jî em bi fikar in."