Şahidê kuştina Elçî: Sekvanê li nêzî Pasaja Japon gule berda
Endamê YPS'ê Ûgûr Yakişir, ku yekane şahidê kuştina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî ye, diyar kir, ê Elçî qetil kir sekvanek e, ku li nêzî pasaja Japon bi cih bûbû û ew jî birîndar kir.
Endamê YPS'ê Ûgûr Yakişir, ku yekane şahidê kuştina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî ye, diyar kir, ê Elçî qetil kir sekvanek e, ku li nêzî pasaja Japon bi cih bûbû û ew jî birîndar kir.
Di ser kuştina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî re salek derbas bû. Şahidê kuştina Elçî Ûgûr Yakişir ji ANF'ê re axivî. Li gorî gotinên Yakişir, Elçî ji aliyê hêzên dewletê ve hat kuştin.
Endamê YPS'ê Ûgûr Yakişir û pismamê wî Mahsûn Gurkan, li nêzî cihê Balikçilarbaşi bi polîsan re şer kirin û piştî vî şerî, ji ber gulereşandinê ber bi aliyê Minareya Çar Ling ve beziyan, di dîmenan de xuya kirin û dewleta Tirk hewl da wan weke bersûcê bûyerê nîşan bide.
Ûgûr Yakişir û Mahsûn Gurkan, piştî bûyerê bi qasî 4 mehan di nava berxwedana Sûrê de cih girtin. Mahsûnr Gurkan di dema berxwedanê de şehîd bû, Ûgûr Yakişir jî weke yekane şahidê kuştina Tahîr Elçî rizgar bû. Yakişir ji dorpêçiya li ser Sûrê rizgar bû û xwe gihand Herêmên Xwerêveberiyê. Li gorî şahidî û gotinên Yakişir, berpirsyarê bûyerê polîsê AKP'ê ye û Elçî bi taybetî hatiye kuştin.
'NEYÊN JORÊ, EZ DADIKEVIM JÊRÊ'
Suleyman Yakişir pismamê Ûgûr Yakişir û Mahsûn Gurkan, di çalakiyeke YPS'ê ya li pêşiya Nexweşxaneya Zayînê ya Amedê, jiyana xwe ji dest dide. Dema Gurkan û Yakişir ji merasîma cenazeyê pismamê xwe vedigerin, bûyer diqewime.
Yakişir anî ziman, ku piştî tevlîbûna li merasîma cenazeyê pismamê xwe Suleyman Yakişir, ew li taksiyeke li ber Goristana Yenîkapi sekinî bû, siwar bûn û got, "Me ji ajokarê taksiyê re got, 'Karê te heye, tu vala ye, tu dikare me bibe taxa Gazîler?'
Ajokar got, 'Karê min nîne, ez dikarim we bibim'. Em li taksiyê siwar bûn û dema ber bi taxa Gazî ve diçûn, pê hesiyan ku ajokarê taksiyê polîs e. Dengê cîhaza polîsan ji hundirê wesayîtê hat.
Li ser vê yekê me xwest li cihekî peya bibin û em peya bûn. Em piştre li wesayîteke piştî me dihat, siwar bûn. Me ji vê taksiyê re got, em ê biçin Balikçilarbaşi. Piştî ku em qederekê çûn, ajokarê taksiyê telefona xwe vekir û got, 'hûn derkevin jorê, ez dadikevim jêrê'. Me ji vê axaftinê rewş baş fêhm nekir. Ji ber ku me ji taksiya destpêkê re gotibûn em ê biçin Gazîlerê, ew li Gazîlerê li benda me bûn."
Yakişir diyar kir, ajokarê taksiya duyemîn ji polîsên li Gazîlerê disekinîn re bi rengekî sergirtî cihê nû yê randevûyê digot. Yakişir ragihand, dema ew nêzî Balikçilarbaşi bûn, jê re got, ew dixwazin li ber Kervansarayê peya bibin. Yakişir da zanîn, ku li nêzî Kervansarayê wan pere dane ajokarê taksiyê û got, "Eger şaş neyê bîra min, 100 lîre bû. Ajokarê taksiyê ji me pirsî 'hûn ê li pêş peya nebûna?' Me jî jê re got, 'na, em ê li vir peya bibin'. Di vê kêliyê de wesayît nesekinan û hê ajot. Ber bi Balikçilarbaşi ve diçû. Me jê xwest, wesayîtê bisekinîne. Vê carê destên xwe xist bêrîka xwe û li derdora xwe dinêrî. Bi gotina 'pereyê min ê hûr nîne, ez ê li dikanekê hûr bikim' hewl da me mijûl bike. Em bi vî rengî gihîştin Balikçilarbaşi. Dema taksî sekinî, min dît ku sê polîs nêzî me bûn. Di destê yekî de kalaşnîkov hebû. Min jî di vê kêliyê de çeka xwe amade kir. Dema polîsekî derî vekir û berê çeka xwe da min, min jî berda wî. Piştre min berda polîsê li pêşiya min sekinî bû. Ji xwe ez li pêş rûniştî bûm. Di wê demê de polîsê ku kalaşnîkov pê re bû, baz da. Min dît ku ajokar jî baz dide. Di vê demê de hevalê Mahsûn ê li pişt wesayîtê rûniştî bû, dema çeka xwe amade dikir, şarjora wî ket hundirê wesayîtê. Firsend nedît ku şarjorê bibîne û bi ti awayî nekarî çeka xwe bi kar bîne. Piştre me xwest ber bi aliyê Minareya Çar Ling ve biçin. Li aliyê rastê yê vê kolanê cihekî din hebû. Ez ê ber bi wî alî ve bibeziyam. Li wê derê sê polîsên din derket pêşiya min û min berda wan jî. Min dît ku li polîsekî ket."
'EZ JI DEST, STU Û LINGÊ XWE BIRÎNDAR BÛM'
Yakişir diyar kir, Mahsûn Gurkan beriya wî ket hundirê kolana Minareya Çar Ling lê bû û wiha dewam kir: "Gazî min dikir û min dengê wî bihîst. Ji ber dengê çekan min fêhm nekir bê çi dibêje. Min da dû wî. Hingî fîşekên di çeka min de qediya bû û min xwest şarjoreke din derxînim. Min destê xwe avêt bêrîka xwe ya paşê û ji min hebû ku min şarjor derxistiye. Halbûkî li şûna jarşorê telefona destan ketibû destê min. Gule çeka min qediya bû û bi vî rengî ber bi Minareya Çar Ling ve dibeziyam. Di destê din ê min de, telefona min a destan hebû.
Ji xwe di dîmen de jî tê dîtin, ku di destekî min de telefona destan heye. Bi wî rengî dibeziyam. Ji pêşberî min jî gule li min dihat reşandin. Dema nêzî polîsên gule berdida min bûm, ji ber ku fîşekên min qediya bû, min çeka xwe avêt polîsan. Û dibeziyam. Dema ji ber Minareya Çar Ling derbas bûm, min dît ku yek li wê derê li erdê dirêj bûye. Bêguman min nizanîbû bê kî ye. Hevalê Mahsûn ji xwe li pêşiya min beziya bû û derbas bûbû. Ez bi bezê derbasî kolana Dêrê bûm."
Yakişir da xuyakirin, ku piştî demeke kurt xwe gihandin qadên di bin kontrola YPS'ê de û li wê derê Mahsûn Gurkan dîtiye.
Yakişir got, "Wî jî çepera ku me jê re digotin Çepera Minareya Çar Ling derbas kir û ji bo rewşa mi hîn bibe, vegeriya bû. Ji ber gulereşandinê ez ji dest, stu û lingê xwe birîndar bûbûm. Hevalê Mahsûm qet gule bernedabû, tişt pê nehatibû. Ji xwe ji min re got, ku di wesayîtê de şarjora wî ketiye û nekariye guleyê berde." Yakişir anî ziman, ku dema Mahsûn Gurkan dibeziya, yek li kêleka wî ket xwarê.
Yakişir da zanîn, ku haya Gurkan jê nebû ku yê hatiye kuştin Tahîr Elçî ye û got, "Piştî ku em hinekî bi pêş ve diçûn, em ketin nava qadên di destê hêzên me yên YPS'ê de bûn, em li cem hevalên xwe rûniştin. Hevalan li vê derê ji me re gotin, ku Tahîr Elçî hatiye kuştin. Ji xwe hemanp iştî bûyerê qedexeya derketina derve hat rojevê."
SEKVANÊ LI NÊZÎ PASAJA JAPON...
Ûgûr Yakişir û Mahsûn Gurkan derbasî nava qadên YPS'ê dibin û tevlî berxwedana Sûrê dibin. Mahsûn Gurkan di dema berxwedanê de şehî dibe. Ûgûr Yakişir jî ku yekane şahidê kuştina Elçî ye, anî ziman ku ew bi plana wî ajokarê taksiyê û polîsan bi zanebûn anîne wê derê. Yakişir destnîşan kir, ku yê Tahîr Elçî kuşt, sekvanek bû ku li nêzî Pasaja Japon bi cih bûbû û ew jî birîndar kir.
Yakişir got, "Heta wê kêliyê, me nezanîbûn ku wê daxuyaniyek ji çapemeniyê re bê dayîn, ne nizanîbûn li wê derê komek daxuyaniyê dide, Tahîr Elçî di nav de heye û jiyana xwe ji dest daye. Ji xwe dema em ketin nava wê kolanê, me nekarîbûn guleyekê jî biteqînin. Em li wir neketin şer. Çeka hevalê Mahsûn ji xwe bê şarjor bû. Min jî di wesayîtê de û di şerê li dijî polîsan ê li ber wesayîtê de şarjora xwe ya destpêkê vala kiribû. Ji bo şarjora duyemîn jî, weke min got, 'firsend neket destê min ku bixim hundirê çekê." Yakişir anî ziman, ku pêkane Elçî ji aliyê sekvanekî ve hatibe kuştin.
Yakişir diyar kir, dema ew dibeziyan, sekvanekî li aliyê Pasaja Japon hewl didan wan bikujin û got, "Ji wî alî ve gule yek bi yek ber dida me. Dengê vê çekê jî cuda bû. Ji ber perwerdeya me, min texmîn dikir ku ev deng dengê çeka sûîqestê ye. Ji xwe yek ji van guleyan li stuyê min ket. Pêkane ku Tahîr Elçî li vê derê bi sûîqestê hatibe kuştin. Li Goristana Yenîkapiyê yan jî di dema rê de, dikarîbûn me li cihekî din bisekinînin, binçav bikin. Piştre me ji dîmenan fêhm kir ku hem li pêşiya me hem jî li pişt me, bi wesayîtan em hatine şopandin. Di heman demê de israra ajokar, hewldana wî ku me gihand serê kolanê, gumanbar bû. Em bi zanebûn anîn wê herêmê."