Nûçeya Lezgîn: Ji Rêveberiya Tevgerê di salvegera merasîma şewitandina çekan de daxuyaniya girîng

Ne li dibistanan e, li qadên berxwedanê ne

11 hezar 300 mamosteyên ji aliyê hikûmetê ve ji kar hatin kirin, ku piraniya wan endamên Egîtîm-Senê ne, 24'ê Mijdarê Roja Mamosteyan ku berhemeke darbeya 12'ê Îlonê ye, ne li dibistanê lê li qadên berxwedanê pêşwazî dikin.

Li Amedê, ku mamoste herî zêde li vê derê ji kar hatin kirin, perwerdekar li dijî tesfiyekirina têkoşîna sendîkayî bi heman e têdikoşin.

Roja Mamosteyan, li tevahiya cîhanê di 5'ê Cotmehê de tê pîrozkirin, lê li Tirkiyeyê bi darbeya 12'ê Îlonê re ev roj weke 24'ê Mijdarê hat destnîşankirin. Desthilatdariya AKP'ê, ku bi bahaneya bûyerên 15'ê Tîrmehê li dijî têkoşîna sendîkayî ya mamosteyan dest bi operasyona tesfiyeyê kir, bi hezaran mamosteyên Egîtîm-Senê ji kar kirin. Bi Biryarnameyên Hukmê Qanûnî (BHQ) re 11 hezar 301 kedkarên perwerdeyê ji kar hatin kirin, ku 9 hezar 800 ji van mamosteyên endamên Egîtîm-Senê ne. Desthilatdariya AKP'ê qîma xwe bi vê jî nanî û rabû li şûna van mamosteyan, mamosteyên nêzî xwe, ku ji psîkolojiya perwerdeyê fêhm nakin, şand herêmê.

HERÎ ZÊDE LI AMEDÊ JI KAR HATIN KIRIN

Mamosteyên bûn hedefa hikûmetê, herî zêde li Amedê ji kar hatin kirin. Li Amedê 4 hezar 300 mamoste ji kar hatine kirin. Li dijî vê yekê perwerdekaran li bajêr dest bi çalakiyan kirin, çalakî bi rojan dewam kirin, lê gelek ji wan bi lêdanê hatin binçavkirin û dûre hatin girtin. Xwendekarên ku destek dan mamosteyên xwe jî bûn hedefa polîsan. Endamê Desteya Rêveber a Hejmara 1. a Egîtîm-Senê Hîkmet Korkmaz da xuyakirin, ku ew di nava rewşeke bi vî rengî pêşwaziyê li Roja Mamosteyan dikin û destnîşan kir, ku 24'ê Mijdarê berhemeke zîhniyeta darbeyê ye, lewma ew ê pîroz nekin.

Korkmaz diyar kir, desthilatdarî dixwaze mamosteyên Egîtîm-Senê biqedîne û işaret bi polîtîkaya tinekirina têkoşîna rêxistinî kir. Korkmaz bibîr xist, ku ew daxwaza perwerdeyeke bêpere, laîk û bi zimanê dayikê dikin û wiha dewam kir: "Ji ber vê yekê ew ditirsin. Em çerxa wan a ji zîhniyetê faşîst û baviksalarî nagerînin, lewma me dikin hedef. Tirkiye welatekî antî demokratîk e."

'PERWERDE HÊ BÊHTIR BÊKALÎTE KIRIN'

Korkmaz da zanîn, fikarên wan li ser siberoja zarokên wan hene û got, "Di vê demê de ku em ji kar hatine kirin, divê were pirsîn 'gelo wê rewşa perwerdeyê çawa be?' Niha li Amedê 4 hezar 300 mamoste ji kar hatine kirin. Li şûna hevalên me, ciwanên mezûnê fakulteya perwerdeyê û yên nehatibûn erkdarkirin, weke mamoste li dersan hatin wezîfedarkirin. Mamosteyên ku tecrûbeya wan nîne, hema ji ber xwe ve erkdar kirin. Kalîteya perwerdeyê hê bêhtir xistin."

'EM Ê JI BO MAFÊ XWE HETA DAWIYÊ TÊBIKOŞIN'

Korkmaz destnîşan kir, ku ew mamosteyên li siberoja zarokên xwe difikirin û got, "Em ne tenê di berdêla mûçeyekî de dixebitîn. Bi qasî mamoste, em dê-bavên xwendekarên xwe bûn. Lewma em ne bawerin ku me tiştekî şaş kirine. Em dixwazin hemû hevalên me li karê xwe bên vegerandin. Ev yek ji bo perwerdeyê gelekî girîng e. Hewl didin bi taktîka mijûlkirinê, hêza me ya rêxisitnî biqedînin. Em mafê xwe dixwazin. Heta bidestxistina mafê xwe em ê têkoşîna xwe bidomînin."