Dadgeriya Tirk dixwaze cezayê girtina heta bi hetayê li wekîlê HDP'yî Geverî bibire

Dadgeriya dewleta Tirk xwest, cezayê girtina heta bi hetayê û 35 sal girtinê li Parlamenterê HDP'ê Adem Geverî bibire.

Serdozgeriya Komarê ya Wanê, li ser axaftinên Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Adem Geverî, ku di sala 2015'an de kir, gilînameyek amade kir. Gilîname pêşkêşî 2. Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat kirin û hat qebûlkirin.

Di gilînameyê de tê îdîakirin ku Geverî "Pesnê çalakiyên şîdetê daye", "propaganda rêxistinê kiriye", "hewl daye yekparebûna welêt û yekîtiya dewletê xera bike" û "endamê rêxistinê ye". Dozgeriya Tirk xwest cezayê girtina heta bi hetayê û 35 salan li Geverî bê birîn.