Bajarê ku dewlet dike nake nikare pê: Şirnex

Hêzên dewleta Tirk ji salên 90'î û vir ve ji bo Şirnexê ji nexşeyê bibe, êrîşên topyekûn dike. Lê ev bajarê bi berxwedêriya xwe nav daye, li ber her êrîşê rabûye û piştî her wêrankeriyê, xwe ji nû ve afirandiye.

Êrîş û komkujiyên ji aliyê dewletê ve li Şirnexê tên kirin, ji sala 1992'an û vir ve dewam dikin. Polîtîkayên pişavtin û tinekirinê yên li ser Botanê di her demê de dewam kirine. 

Di 18'ê Tebaxa 1992'an de leşkerên Tirk li Şirnexê komkujî pêk anîn. Ev komkujiya bi destê dewletê li Şirnex û navçeyên wê hat kirin, ji bo tinekirina bajêr û xalîkirina bajêr ji mirovan hatibû kirin. Weke hincet jî îdîaya "gerîlayên PKK wê bajêr kontrol bikin" hatibû nîşandan. 

Fermandarê wê demê yê tûgaya li Şirnexê Tûggeneral Mete Sayar bi vê gotinê "Ez ê navê vî bajarî ji nav nexşeya Tirkiyeyê bibim" armanca xwe radixist pêş çavan. Û sê rojan li ser hev bi topên hawanê, gule û roketan êrîşî bajarê Şirnexê kirin. Leşker û polîsên Tirk li nava bajêr kî diket ber wan, yekser dikuştin. Hemû mal û dikanên li nava bajêr, ji aliyê polîs û leşkeran ve hatin şelandin û wêrankirin. Di vê komkujiyê de zêdeyî 100 welatiyên sivîl bi destê hêzên dewleta Tirk hatin kuştin, bi sedan sewal jî telef bûn.

Tevî ku di ser komkujiyê re çend roj derbas bûn jî, kesî newêrî bûn cenazeyên xwe ji erdê rakin. Ev komkujî ne tenê li navenda Şirnexê pêk hat, li Cizîra Botan jî ji ber vê komkujiyê gelek welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Ji şêniyên bajêr gelek kesî ji neçarî cih û warên xwe terikandin.

ÇAPEMENIYA TIRK BI ERKA XWE YA ŞERÊ TAYBET RABÛ

Mîna piştî her komkujî û êrîşên dewletê, hêzên dewletê hewl dan vê komkujiyê jî bixe stûyê PKK'ê. Ji bo vê jî, weke yek ji girîngtirîn hêza şerê taybet, çapemeniya Tirk ket dewrê. Medya Tirk bi vê rola xwe rabû û bi manşetên "PKK'ê avêt ser Şirnexê" hewl da rastiyê veşêre û berpirsyariyê bixe stûyê PKK'ê.

Wezîrê Karên Hundir ê wê demê Îsmet Sezgîn ji bo vê komkujiyê digot, "Bi 1000-1500 kesî xwestin qirkirinê bikin. Dor li hemûyan hatine girtin. Nikarin birevin cihekî. Hinek jê li malan e, hêzên ewlekariyê li dijî wan operasyonê dikin."

WALÎ MIKUR HAT: DI WÊ DEMÊ DE GERÎLAYEKÎ BI TENÊ YÊ PKK'Ê LI NAVA BAJÊR TINE BÛ

Lê ev hemû hewldanên rayedar û çapemeniya Tirk ên berevajîkirina rastiyê, piştî bi salan, bi mikurhatina Waliyê berê yê Şirnexê Mûstafa Balay, pûç bûn. Balay beriya çend salan li xwe mikur hat û got, "Li Şirnexê dewletê komkujî kir. Di wê demê de gerîlayekî bi tenê yê PKK'ê li bajêr tinebû."

 SAL 2015; DÎSA ŞIRNEX, DÎSA BERXWEDAN

Di sala 1992'an de ciwanên li Şirnexê hatin kuştin, li pişt wesayîtan hatin girêdan û bi erdê re hatin kaşkirin. Heman mînak piştî 23 salan di 2'ê Cotmeha 2015'an de dubare bû. Hêzên dewletê piştî ku ciwanê bi navê Haci Lokman Bîrlîk bi rengekî hovane kuştin, li pişt wesayîta zirxî ve girê dan û bi erdê re kaş kirin. Di komkujiya Şirnexê de dîsa cenazeyên keçên Kurd hatin teşhîrkirin. Hikûmeta AKP'ê ya ku 14 sal in li ser desthilatdariyê ye dixwaze vegere salên 90'î û Kurdistanê veguherîne leşkergehê.

Dewleta Tirk, mîna sala 1992'an, di sala 2015'an de jî bi ragihandina qedexeya derketina derve re xwest hem Şirnexê bi temamî hilweşîne hem jî ji mirovan xalî bike. Lê ev plan li bin guhê vîn û berxwedêriya gelê Şirnexê ket û gelê Şirnexê rê neda vê yekê.

BAJAR KAVIL BÛYE

Di sala 2015-2016’an de di encama êrîşên hêzên dewletê de li ser Şirnexê 8 tax bi temamî ji holê hatine rakirin. Taxên ku hatine tinekirin ev in: "Yeşîlyûrt, Gazîpaşa, Îsmetpaşa, Cûmhûriyet, Aydinlikevler, Dîcle, Bahçelîevler, Yenî Mahalle." Her wiha di encama êrîşan de bi dehan welatî hatin kuştin û windakirin. Bajar kavil bûye. Ji sedî 70 Şirnex hat wêran kirin û her wiha nêzî 70 hezar niştecihên bajêr mane ji bajêr derkevin û li herêmên derdora Şirnexê bi cih bibin. Piştî sal û demsal borîn û qedexe li ser Şirnexê rabû, mirov vegeriyan li ser axa xwe rastî warê xwe yê kavil bûne hatin. 

Li gorî daxuyaniyên rayedarên dewletê 2044 xanî li bajêr hatine rûxandin, lê tê gotin hejmara rastî ji vê yekê gelekî zêdetir e.

BAYIK: PKK HETA DAWIYÊ BI GELÊ ŞIRNEXÊ RE YE

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, di hevpeyvîneke xwe ya vê dawiyê ya bi ANF'ê re işaret bi girîngiya berxwedêriya gelê Şirnexê di nava têkoşîna azadiyê de kiribû û banga piştgiriyê li her kesî kiribû. Bayik gotibû, "Gelê Şirnexê tî-birçî ma, lê ti carî dest ji nirxên xwe yên welatparêziyê berneda."

Bayik diyar kiribû, ku dewlet nikare xwe li berxwedana gelê Şirnexê rabigire û ev bang li welatparêzan û hêzên demokratîk kiribû:

"Lazim e tevahiya gelê me û hêzên demokratîk, sosyalîst piştgiriya madî û manewî bidin gelê Şirnexê. Gelê Şirnexê ne tenê ji bo xwe li ber xwe dide. Di heman demê de ji bo gelên Tirkiyeyê û mirovahiyê li ber xwe dide. Pêwîste mirovahî jî li pêşberî gelê Şirnexê bi erka xwe rabe. Weke PKK em heta dawiyê bi gelê Şirnexê re ne. Bila gelê me vê bizanibe."

...