BI DÎMEN

'Bi van êrîşan wê nikaribin vîn gelê Kurd teslîm bigirin'

Dayikên Aştiyê yên Amedê li ser êrîşên qirkirina siyasî avixîn û gotin, "Yên ji me re dibêjin teror, ew bi xwe terorin. Bi van êrîşan wê nikaribin vîna gelê Kurd teslîm bigirin."

Dayikên Aştiyê yên Amedê nerazîbûn nîşanî darbeya sivîl a AKP/Qesrê dan û diyar kirin, zilma dewleta Tirk a li dijî urdan bi salan e dewam dike. Dayikan destnîşan kirin, ku gelê Kurd her tim li dijî vê zilmê li ber xwe daye û mijar ji ANF'ê re nirxandin.

'GELÊ KURD TENÊ AŞTÎ XWEST'

ŞAHÎDE HAYMA: Ez, êrîşên qirkirina siyasî yên li dijî siyasetmedarên Kurd bi tundî şermezar dikim. Ev polîtîkaya şîdetê ya li djiî gelê Kurd tê meşandin, gelo wê heta kengî dewam bike? Her partiyeke hat ser desthilatdariyê, li dijî gelê Kurd polîtîkayên şerê qirêj meşand. Bi şîdetê hewl dan serî li Kurdan bidin tewandin. Lê van desthilatdariyan ti encam negirtine. AKP û Erdogan bi van polîtîkayan nikarin tiştekî bi dest bixin. Gelê Kurd serî li ber kesî netewand, wê netewîne. Me parlamenterên xwe hilbijart û ew kir wekîl. Şaredariyên me xizmet didan me. Vî gelî tenê aştî xwest. Weke Dayikên Aştiyê em dixwazin êrîşên li dijî saziyên me derhal biqedin, wekîlên hatine girtin bi lezgînî werin berdan.

'BI GIRTINA VÎNA ME RE DIXWAZIN EM SERÎ LI BER WAN BITEWÎNIN'

PERÎHAN KARAYIL: Bi girtina sazî û dezgehên me re dixwazin me bitevizînin. Bi girtina vîna me re dixwazin serî li me bidin tewandin. Teror em nînin, teror ew bi xwe ne. Yên ku îşkenceyê li gel dikin, bajaran, gundan dişewitînin û xera dikin ew in, lê yên dibin teror em in! Li pêş çavan e bê kî teror e, kî terorîst e. Ji gelê Kurd çi dixwazin? Em ji bo maf û hiqûqa xwe têdikoşin. Em êrîşên li dijî vîna gelê kurd û girtina lîderên me yên partiya siyasî, şermezar dikim. Bi van polîtîkayan wê nikaribin me teslîm bigirin. Em ji bo mirovahiyê têdikoşin. Heta dilopa dawî ya xwîna xwe me ê vê têkoşînê bidomînin.

'EM Ê BI TI AWAYÎ SERÎ LI BER ÊRÎŞAN NETEWÎNIN'

HÎDAYET AY: Komele û saziyên me dorpêç kirin û yek bi yek girtin. Li dijî van saziyên ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd dimeşîne, em vê neheqiyê qebûl nakin. Ne gelê Kurd ne jî Xwedê kesên vê zilmê li me dikin, efû dikin. Ev neheqî ye. Em neheqiyê qebûl nakin û serî li ber van êrîşan natewînin. Me got aştî, wan şer li ser me ferz kirin. Lê em ê ji helwesta xwe ya çareserî û aştiyê venegerin. Ji ku tê bila were, ji kê tê bila bê, ti kes nikare vîna gelê Kurd teslîm bigire.