Nasnameyên 5 gerîlayên jiyana xwe ji dest dan hatin eşkerekirin
HPG'ê nasnameyên 5 gerîlayên di şer de jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir.
HPG'ê nasnameyên 5 gerîlayên di şer de jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, roja 22'ê Mijdarê, helîkopterên bi tîpa Kobra li herêma Besta ya Şirnexê xistine û danê sibehê jî qereqola Çelê Nimêja obus û hawan avêtiye herêmê.
Li gorî daxuyaniyê, roja 19'ê Mijdarê, 2 gerîla li herêma navbera gundên Sirincak û Kutbê yên Çiyayê Bagokê yê Mêrdînê li leşkerên artêşa Tirk rast hatin û li vir şer derket.
Hat ragihandin, di dema vî şerî de helîkopterên bi tîpa Kobra gule li herêmê reşandine û hat gotin, "Di şer de 2 gerîlayên me şehîd bûn. Agahiyên li ser nasnameyên hevalên me yên şehîd bûne, wê piştre bên eşkerekirin."
Navendê da xuyakirin, ku di çalakiyên meha Hezîranê yên li girê Şehîd Gafûr ê li herêma Oremarê ya Geverê, 4 gerîlayên HPG'ê jiyana xwe ji dest dan û got, "Hevalên Cûma, Rojhat, Simko û Siyabed ên bi berpirsyariyeke dîrokî ji bo azadiya gelê Kurdistanê tevlî nava têkoşîna me ya azadiyê bûn, bi fedakarî bi erka xwe rabûn. Em her çar hevrêyên xwe yên bi gihîştin temsîliyeta milîtaniya qewîn a vînê, bi minetdarî bibîr tînin û dibêjin, rojên azad nêz in."
Li gorî daxuyaniyê, nasnameyên gerîlayên jiyana xwe ji dest dane, bi vî rengî ne:
Nasnav: Cûma Tendurek
Nav paşnav: Cûma Akbûlût
Cihê ji dayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Makbûle-Kutbettîn
Dem û cihê şehadetê: Hezîrana 2016 / Colemêrg
Nasnav: Rojhat Amed
Nav paşnav: Farûk Biçak
Cihê ji dayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Aysel-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: Hezîrana 2016 / Colemêrg
Nasnav: Simko Agirî
Nav paşnav: Mahsûm Demîr
Cihê ji dayikbûnê: Agirî
Dayik-Bav: Gulsum-Mehmet Hanîfî
Dem û cihê şehadetê: Hezîrana 2016 / Colemêrg
Nasnasv: Siyabend Ararat
Nav paşnav: Hanîfî Erdogdû
Cihê ji dayikbûnê: Agirî
Dayik-Bav: Îkram-Mehmet Nûrî
Dem û cihê şehadetê: Hezîrana 2016 / Colemêrg
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, gerîla Rojhat Adir ê ku di operasyona 7'ê Mijdarê de li herêma Avgasor a Dersîmê têkilî pê re hatibû birîn, jiyana xwe ji dest daye û nasnameya wî eşkere kir:
Nasnav: Rojhat Adir
Nav paşnav: Celal Odûncû
Cihê ji dayikbûnê: Dersîm
Dayik-Bav: Fîdan-Haydar
Dem û cihê şehadetê: 7'ê Mijdara 2016 / Dersîm