Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) bibîr xist, ku desthilatdariya AKP'ê li ser bingeha dijminatiya li Kurdan, bi tifaqa bi Ergenekon û MHP'ê re li her qadê êrîşî gelê Kurd dike û got, "Dewleta Tirk a mêtînger, ne tenê êrîşî Kurdên li Bakurê Kurdistanê dike, li derveyî sînorên fermî yên Tirkiyeyê jî êrîşî Tevgera Azadiyê ya Kurd û destketiyên Kurdan dike. Dewleta Tirk a mêtînger, bi kampanyayeke dijwar a li qada neteweyî û navneteweyî, bi agahiyên şaş û bêbingeh dixwaze raya giştî û hêzên navneteweyî bixapîne."
Fermandariya Biryargeha NPG'ê da xuyakirin, ku dewleta Tirk a ji Şoreşa Rojava gelekî aciz e, ji bo têkiliyên hêzên şoreşa Rojava bi hêzên navneteweyî re bibire û Şoreşa Rjava ne meşrû nîşan bide, çi jê tê dike û derewên nayê bîra kesî, dike.
Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Heta roja îro, gelek rayedarên dewleta Tirk îdîa kirin, ku çekên ji PYD/YPG'ê re tên dayîn li dijî wan tên bikaranîn. Herî dawî roja 21'ê Mijdarê Erdogan di civîneke NATO'yê de axivî û îdîa kir, ku çekên hêzên navneteweyî dane hêzên şoreşa Rojava, li ser HPG'yiyan hatine girtin û nûmareyên danasîna van çekan, di destê wan de ne. Îdîa kir, ku 'çek ji YPG'ê re hatiye dayîn, lê ev çek li dijî wan hatine bikaranîn'.
Ev îdîa derewên Erdogan û dewleta AKP'ê ne, ku di dijminatiya li Şoreşa û Gelê Kurd de sînoran nas nakin. Bi van îdîayên bêbingeh re dixwazin hêzên NATO û dewletên navneteweyî bixapînin. Weke HPG, me heta roja îro ji rêxistinekê çek an jî cebilxane negirtine. Eger li gorî îdîayên Erdogan, nûmareyên danasînê û belgeyên li ser van çekan di destê dewleta Tirk de hene, divê eşkere bikin."
Fermandariyê da zanîn, ku Erdogan bi xwe jî baş dizane, pisporên teknîkî yên hêzên navneteweyî dikarin bi hêsanî van îdîayan ronî bikin, lê belê ji bo 'pêngaveke dîplomatîk' bi israr van derewan dike û dixwaze pêşî li mezinbûna têkoşîna azadiyê ya gelê Kurdistanê bigire. Fermandariyê destnîşan kir, ku dewleta AKP'ê hewl dide bi van îdîayan, desteka navneteweyî ya ji bo doza mafdar a gelê Kurd asteng bike.
Di dawiya daxuyaniyê de hat ragihandin, dewleta Tirk hewl dide bi terora dewletê li dijî doza mafdar û rewa ya gelê Kurdistanê encamê bigire, bi rijandina xwînê desthilatdariya xwe biparêze û hat gotin, "Ji ber ku bi nêzîkatiyeke qet li kevneşopî û heysiyeta dewleteke cidî nayê van derewan timî dixe rojeva raya giştî ya navneteweyî, me pêwîstî bi dayîna daxuyaniyeke bi vî rengî dît."