Qeyûmê Tirk ê li Wanê, nivîsên bi Kurdî yên li otobusan jê bir

Qeyûmê Tirk ê li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat bicihkirin, bi jêbirina nivîsa "Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê" ya li ser otobusan, dest bi kar kir.

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê par gelek otobus kirî û bi vî rengî çûn û hatina welatiyan hêsan kir. Li ser van otobusên bi rengê mor hatin xemilandin, nivîsa "Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê" bi zimanên Kurdî û Tirkî hat nivîsandin.

Qeyûmên Tirk ên ji aliyê AKP'ê ve li şûna Hevşaredarên DBP'ê hatin bicihkirin, di destpêkê de xebatên ji bo jin, zarok û çandê sekinandin. Yek ji pêkanînên qeyûmên Tirk ên balê dikişîne jî, xweranegirtina li zmanê Kurdî ye. Qeyûm di nava hefteyê de yekane dibistana li Wanê bi zimanê Kurdî perwerdeyê dide, girt. 

Qeyûmê AKP'ê qîma xwe bi vê jî nanî û nivîsa "Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê" a bi Kurdî li ser otobusan hatibû nivîsandin jê bir û tenê nivîsa Tirkî hişt.