YPG’ê nasnameyên 2 şervanên xwe eşkere kir

YPG’ê nasnameyên 2 şervanên xwe yên li herêma Mekmenê ya Şeddadê di şer de jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê ragihand ku operasyona rizgarkirina bajarê Reqayê ya bi navê "Xezeba Firat" dewam dike. Di daxuyaniyê de hat gotin, li herêma Mekmen a Şeddadê di şer de 2 şervanên wan jiyana xwe ji dest dane.

Di daxuyaniyê de ev agahî hat dayîn: "Di 5’ê Mijdara 2016'an de Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) operasyona rizgarkirina Reqayê bi navê 'Xezeba Firatê' dan destpêkirin. Di qonaxa yekemîn ya pêngavê de gelek gund, gundik û cihên stratejîk hatin rizgarkirin. Piştî van gavên serketî, çeteyên DAIŞ’ê bi hemû rêbazên xwe yên qirêj êrîşî çeperên yekîneyên me dikin. Çeteyên DAIŞ’ê di 18’ê Mijdarê de ji bo li herêma Reqa yê winda neke êrîşên giran birin ser herêma Şedadê û şerê dijwar nêzîkê herêma Mekmen rû dan. Di vî şerî de 2 hevrêyên me yên bi lehengî şer kirin, şehîd bûn.

Em wek YPG û YPJ soz didin ku heta dilopa dawî ya xwîna xwe, şopdarên şehîdan bin û doza pîroz dewam bikin."

Nasnameyên şervanên YPG’ê yên jiyana xwe ji dest dane wiha ne:

Nasnav: Firat Serêkaniyê 
Nav û Paşnav: Mihemed Cirebe
Navê Dayikê: Foziye
Navê Bav: Abdullah
Cihê Jidayîkbûnê: Serêkaniyê 
Cih û Dîroka Şehadetê: Şedadê, Mekmen 18-11-2016

Nav û Paşnav: Ehmed Hedar
Navê Dayîkê: Xirra
Navê Bav: Mihemed
Cihê Jidayîkbûnê: Şêx Şiblî, Serêkaniyê
Cih û Dîroka Şehadetê: Şedadê, Mekmen 18-11-2016