Li Efrînê şehîdên azadiyê hatin oxirkirin
Welatiyên Kantona Efrînê 4 şervanên Cebhet El-Ekrad, 2 şervanên Eniya Parastina Jin a Şehba û 1 şervanê Hêzên Erka xwe parastinê ber bi rêwîtiya dawsî ve oxir kirin.
Welatiyên Kantona Efrînê 4 şervanên Cebhet El-Ekrad, 2 şervanên Eniya Parastina Jin a Şehba û 1 şervanê Hêzên Erka xwe parastinê ber bi rêwîtiya dawsî ve oxir kirin.
Bi sedan şêniyên Kantona Efrînê cenazeyên Cebhet El-El Ekrad Zinar Artêş (Şervan Mihemed), Edanan Osman (Cêhad Rojava), şervanên Eniya Parastina Jin a Şehba Bêrîvan Bakîr (Sema Yûce) a ku 12`yê Mijdarê li herêmên Şehba, Mizgîn Mamo (Rojîn Efrîn), şervanên Erka xwe parastine Alî Zekeriya yê 19`yê Mijdarê li Kantona Efrînê û şervanê Cebhet El-Ekrad Mihemed Hemdûş (Aras) ê ku 22`yê Mijdarê li herêmên Şehba şehîd bibûn, ji nexweşxane Avrîn wergertin û berbi goristana Şehîd Refîq a gundê Metîna ya navçeya Şera ve birin.
Girse bi berzkirina dirûşmeya `Şehîd Namirin` bi konvoyekî wesayîtan li kolanên navenda Kantona Efrînê geriyan. Bi gihîştina girseyê re, şervanên YPJ/YPG û hêzên Erka xwe parastine merasîmekî leşkerî lidarxistin.
Serokê Desteya Parastine û Erka xwe parastine Ebdo Îbrahîm û malbatên şehîdan li pêşiya merasîmê axivîn. Di axavtinê de sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin. Dagirkeriya Tirkiyê li ser herêmên Şehba hate şermezar kirin.
Nasnameya şehîdan ji aliyê endamên Komîteya perwerde Sedîqe Xelîl û Sebah Cernas ve hate xwendin û radestî malbata wan hate kirin.
Girse bi dirûşmeya `Şehîd Namirin` ve cangoriyên azadiyê defin kirin.