Beştaş: Belesebep kêferatê dikin, bi ti awayî wê bi ser nekevin

Meral Daniş Beştaş ji ANF’ê re axivî û bi bîra rejîma AKP/Qesrê xist ku salên 1930’î û 2016’an ne heman sal in. Beştaş got, "Belesebep kêferatê dikin. Ev ne rêyek e wiha ye ku bi ser bikevin. Ti caran wê bi ser nekevin."

Têkildarî êrîşên giştî yên rejîma AKP/Qesrê yên li ser tevgera siyasî ya Kurd em bi Alîkara Hevseroka HDP’ê û Wekîla Edeneyê Meral Daniş Beştaş re axivîn. Beştaş ji ANF’ê re ragihand ku pêvajoya tesfiyekirina tevgera siyasî ya Kurd a rejîma AKP/Qesrê 2014’an plana wê hatiye girêdan û ev ji axaftinên desthilatdariyê û Qesrê bi eşkere û zelal diyar dibin û got, "Ji ber ku piştî deklarekirina mitebaqata Dolmabahçeyê, serokwezîrê wê demê Davutoglu li xwe mikurt hat  ku wan berê biryar dabûn. Daxuyaniyên wiha hatin dayin ku di Desteya Ewlkeriya Millî ya 2014’an de pêvajoya çareseriyê hatiye qedandin û bi ser Kurdan û muxalefeta demokratîk de plana çokşikandinê girêdane. Dîsa raya giştî bi plana çokşikandinê hisiya û ev plan deşîfre bûn."

'1930 Û 2016 NE YEK IN'

Beştaş diyar kir divê gotina Serokkomarê Tirk Erdogan a ku beriya hilbijartina 7’ê Hezîranê hatî dest pê kirin û digot, "Pirsgirêka Kurd nîn e’ û konsepta ku hetanî niha hatî divê bi hev re were fêhmkirin û li Tirkiyê hewl tê dayin ku polîtîkayên sedsalî yên yekparêz û înkarkir dîsa zindî bikin. Beştaş diyar kir, li Tirkiyê, dîroka Komarê ya sedsalê ji bo statûya Kurdan, nasname, ziman, heqên kulturî, hebûna wan li bajar û navçeyên wan sedsaleke wiha bû ku Kurdan problemên mezin lê jiyan û bi berdewamî, ‘’Partiya niha ya desthilatdar di wan polîtîkayan de israr dike, ku gelek caran hatiye dubarkirin û di her carê de têk çûye û bûye sedema mirin û êşan. Dixwaze ya berê berdewam bike û vê bi bêperwatiyê dike. Salên 2016 û 1930 ne heman sal in. Di vê mijarê de di şaşîtiyeke mezin de ne. Dinya guherî. Zeman naşibe zemanê komkujiya Dêrsimê, Agiriyê, sedsala 80’yî. Gel di van mijaran de pir ronak bûye, bîrewer bûye û xwedî tecrûbeya têkoşînê ye. Sazî û dezgehên demokratîk, di perspektîfa têkoşînê de geşedanên mezin pêk anî."

 'AKP/QESR TIŞTÊN TIRSNAK KU DI SERDEMA DARBEYAN DE NEHATINE KIRIN, DIKIN'

Beştaş diyar ki ku rejîma AKP/Qesrê di wan polîtîkayan de ku bi dehan salan hatine ceribandin israr dike û hemû sazî anîne wê rewşê ku xizmetê ji plana çokşikandinê re bike û bi gotina, "hemû daraz, rêveberî, zagonçêkerî, ji millîyeta Serokkomariyê bigirin ta bi tendiristiyê her alî li ser vê tê avakirin. Bi taybetî bi Rewşa Awarte re weke ku çekeke mezin ketibe destê wan, berê çeka xwe dane Kurdan û muxalefeta Tirkiyê. Gotinên vîna milî, vîna gel û sendoqê ku pir bi kar tînin her kêlîk têne tinekirin. Niha Tirkiye û dinya govaniyê li girtina lîderên siyasî dike ku tenê di serdemên hêwilnak a darbeyan de rewşên wiha pêk tên. Hevserok û wekîlên me rehîn girtin. Ti aliyê hiqûqî yên girtina wan nîn e. Li vî welatî yên ku desthilatdariyê di destê xwe de digirin bi hîsa kîn û tolhildanê rikberên xwe yên siyasî dixin zindanan. Qeyûm anîna ser şaredariya herî mezin a 3. a Tirkiyê’’ bal kişande ser wê ku êrîşên qirkirina siyasî her roj berdewam in."

 'WÊ QET BI SER NEKEVIN'

Beştaş got, "lê ez dixwazim bibêjim ku belesebep kêferatê dikin" û got, "Ev ne çûyineke wiha ye ku bi ser bikevin. Ti caran wê bi ser nekevin. Belkî sazî û dezgeh û komeleyan digirin. Dibe ku her kesî dixin zindanan. Lê ev bi rêbazeke wiha ku bi kotekiya hêza di destê wan de pêk tê. Li hemberî vê weke roniya rojê zelal e ku wê nikaribin bi milyonan mirov têxin girtîgehê û wan girêdayî xwe bikin. Beriya ku bi derengî bikeve em tim bang li wan dikin ku ji vê pêvajoyê vegerin. Ev çûyin Tirkiyê ber bi tartîyekê ve dikişîne. Ronkahiya xilasiya ji vê tarîtiyê jî em temsîl dikin. Li Tirkiyê HDP’yî be ne HDP’yî be hêvîya 78 milyonî em in. Lê di vê qadê de kî were girtin jî em pir baş dizanin ku ev têkoşîn wê neqede. Ji ber ku em ne partiyeke weke wan in ku ji hêla kesekî ve tê birêvebirin. Em partiyeke wiha ne ku ji nav gel derketine û bi gelê xwe re em vê siyasetê didomînin. Li Tirkiyê li hemû bajar û navçeyan hêzên demokrasiyê, navendên muxalîf, sendîka ji vê pêvajoyê nerazî ne lê ji ber ku hemû cure rêbazên nerazîbûnê hatine girtin derfetên wan sînordar in. Lê em mal bi mal, kuçe bi kuçe digerin û pê dizanin ku wê bi ser nekevin. Dawiya xwe tînin. Bi van gavan têkçûna xwe dilezînin."

'HDP HÊVIYA 78 MILYON MIROV E'

Beştaş wiha berdewamî da axaftina xwe: "Di qada navneteweyî de niha li her devera dinyayê Kurd û dostên wan li ser piyan in. Hêzên çepgir, demokratîk li ser piyan in. Ji Arjantînê heta bi Çînê, li hemû welatên Ewropayê mîtîn, daxuyanî û protesto hene. Operasyonên bi ser HDP’ê de, desteserkrina şaredariyan, weke darbeyeke li demokrasiyê tê dîtin. Berteke sazûmaniyê ya Yekîtiya Ewropa a di vê mijarê de pir cidî ye. Armanca AKP’ê ew e ku HDP’ê krîmînalîze bike, bi terorê û terorîzmê re têkildar bike. Lê em weke Partiya Demokratîk a Gelan partiyeke siyasî ne. Tekane partiya muxalefetê ne ku siyaseta demokratîk bi rê ve dibin. Em ne tenê heqê HDP’yiyan, heq û azadiya 78 milyon diparêzin. Ew çi qasî bixwazin vê reş bikin jî dinya û Ewropya hay ji vê heye. Em bawer dikin ku di rojên pêş me de ev ê mezintir jî bibe. Parlamentoyên dinyayê jî hay ji vê hene û li dijî vê rewşê dengê xwe derdixin. Sedema ku AKP/Qesr ew qasî êrîşkar e û hêrs bûye, ev e."