Nasnameya 2 gerîlayên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan hatin eşkerekirin
Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK'ê, nasnameya du gerîlayên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir.
Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK'ê, nasnameya du gerîlayên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir.
Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK'ê, nasnameya du gerîlayên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir.
Komîteyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Dema mirov li xeleka şehîdan a PKK'ê binêrin, dibînin ku her şehîdek bûye pêngavek siberojê û sedema pêngaveke nû. Şehîdên me di nava şert û mercên herî dijwar de Rêbertî fêhm kirine, bi vî rengî ketine nava pratîkê û bi zanebûneke mezin a îdeolojîk re dilsoziya xwe nîşan dane. Lewma destena vejînê ya Kurdan li dîrokê nivîsandine.
Wan dizanîbûn divê mirov çawa bijîn. Ew xwediyê jiyaneke watedar bûn. Mirovên mezin bûn bi rengekî rast jiyan û jiyan afirandin. Şehîdên me, weke abîdeyên me yên manewî û berxwedana bingehîn a pêşî li vê rewşa serberjêriyê digirin, îro jî weke hêza me ya manewî û fermandarên me bi me re ne.
Weke Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK'ê em bang li gel dikin, ku mîna meşaleyekê li dora rastiya şehîdan li hev bicivin. Ji bo em xwedî li mîrateya wan derkevin û bi hemû hêza tevlî karê avabûna Kurdistanê bibin, divê em bi erka xwe rabin. Lewma temînata serketina em li ser şopa şehîdên xwe bi dest bixin, bi jiyaneke komunal û şoreşa zîhniyetê û wijdanî dibe. Weke şervanên ku şehîdên xwe dispêrin dilê xwe, soz didin ku ji her demê bêhtir em ê bi dilsoziya bi şehîdên xwe re bijîn."
Nasnameya gerîlayên jiyana xwe ji dest dan:
Nasnav: Ronahî Zîlan
Nav paşnav: Dîlek Bakin
Dema ji dayikbûnê: 1980
Dayik-Bav: Nazmiye-Badulbakî
Dem û cihê ji dayikbûnê: 8'ê Adara 1998 / Tozan - Îdir
Nasnav: Egîd
Nav paşnav: Mûhammed Saîd Çîftsuren
Dem û cihê ji dayikbûnê: 1977 Mêrdîn
Dayik-Bav: Behiye-Azîz
Dem û cihê şehadetê: 1999 / Bagok - Mêrdîn