BI DÎMEN

Gerîlayên HPG'ê: Dewleta Tirk mehkûmî têkçûnê ye

Gerîlayên HPG'ê: Hêzên HPG û YJA Starê hêzên fedayî yên Rêber Apo ne. Mehmet Tûnçan, Sêvê Demîran çawa li ber xwe dan, gerîla jî wê bi heman rengî li ber xwe bidin.

Gerîlayên HPG'ê li ser zêdebûna yekîneyên leşkerî yên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê gotin, "Hêzên HPG û YJA Starê hêzên fedayî yên Rêber Apo ne. Mehmet Tûnçan, Sêvê Demîran çawa li ber xwe dan, gerîla jî wê bi heman rengî li ber xwe bidin."

Dewleta Tirk ku di xwaze Herêmên Parastinê yên Medyayê û Şengalê dagir bike, yekîneyên leşkerî vediguhezîne ser sînor û başûrê Kurdistanê. Rêveberiya faşîst a Erdogan-AKP'ê ku bi mejiyê "Li ku derê destketiyeke Kurdan hebe ez ê dest li wir werdim" tevdigere, her carê dibêje, yekane rêya parastina hebûna xwe, tinekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd e.

Gerîlayên HPG'ê li ser hewldana gengaz a dagirkeriyê, ji ANF'ê re axivîn.

DERSÎM LEYLA: WÊ NIKARIBIN JI QENDÎLÊ DERKEVIN

Ji gerîlayên HPG'ê Dersîm Leyla da xuyakirin, dewleta Tirk piştî piştî ku li Kobanê tevî DAIŞ'ê şer winda kir, li gelemperiya Kurdistanê dest bi hewldaneke dagirkeriyê kir û dixwaze vê dagirkeriyê li Başûrê Kurdistanê bidomîne. Leyla destnîşan kir, dewleta Tirk di nava 40 salên têkoşîna PKK'ê de her tim darbe xwar û got, "Lazim e vê yekê ji xwe re bike tecrûbe. Lê belê ji ber ku nekarî tevlî operasyonên Mûsil û Reqayê bibe, niha dixwaze Başûrê Kurdistanê dagir bike. Dewleta Tirk dixwaze êrîşî Qendîlê bike. Qendîl ji bo Kurdan nîşaneya rûmetê ye. Qendîl di herikîna dîrokê de bûye qada têkoşîn û berxwedanê. Bi hezaran mirov di vê berxwedanê de şehîd bûne. Bêguman weke gerîlayên HPG'ê, nepêkane em hewldaneke bi vî rengî qebûl bikin. Dewleta Tirk dikare bê Qendîlê, lê nikare ji Qendîlê derkeve."

RÊZAN MARDÎN: DEWLETA TIRK WÊ CAREKE DIN TÊK BIÇE

Ji gerîlayên HPG'ê Rêzan Mardîn bal kişand ser hewldana dewleta Tirk a ji bo operasyona li Herêmên Parastinê yên Medyayê û anî ziman, eger dest bi operasyonekê bike, çawa ku li Sûr, Cizîr, Nisêbîn û Geverê têk çû, wê li qadên parastinê jî têk biçe. Mardîn got, "Hêzên HPG û YJA Starê hêzên fedayî yên Rêber Apo ne. Mehmet Tûnçan, Sêvê Demîran çawa li ber xwe dan, gerîla jî wê bi heman rengî li ber xwe bidin, têbikoşin. Em xwe rojane li ser rê û rêbazên têkbirina dijmin perwerde dikin. Divê dewleta Tirk dest ji lîstik û êrîşên qirêj ên li dijî gelê me berde. Eger dest jê bernede, mîna beriya niha wê careke din têk biçe. Girîng e gelê me li dijî vê têbikoşe. Eger em têbikoşin, em ê ji sedî sed bi ser bikevin. Lazim e hemû ciwanên li Kurdistanê tevlî nava refên azadiyê, têkoşînê û şoreşê bibin. Eger em têbikoşin, em ê karibin Kurdistanê ava bikin, em ê karibin Rêberê xwe azad bikin."

TÎRÊJ SERHAT: EM Ê CAREKE DIN WAN TÊK BIBIN

Ji gerîlayên HPG'ê Tîrêj Serhat jî bibîr xist, ku dewleta Tirk beriya niha di operasyona Zapê de têk çûbû û eger operasyonekê li Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk bîne, wê mîna li Zapê li ber xwe bidin û derba herî mezin li dewleta Tirk bixin. Serhat got, "Ji amadekariyan xuya ye, dewleta Tirk dixwaze dest bi hewldaneke dagirkirina Başûrê Kurdistanê bike. Dewleta Tirk dixwaze qelsiya xwe bi hewldana dagirkeriyê ji holê rake. Dewleta Tirk beriya niha li Zapê operasyon meşandibû. Û li wir têk çûbû. Hevalên me li wê derê bi vîneke mezin têkoşiya bûn û dewleta Tirk ji hev xistibûn. Mîna ku dîrok dubare dibe dewleta Tirk dixwaze bê Qendîlê û operasyonê bike. Dikarin bên, lê belê mîna beriya niha, weke gerîlayên HPG'ê em ê li dij wan têbikoşin û di asta herî bilind de wan têk bibin. Dewleta Tirk li her parçeyî êrîşî gelê Kurd dike. Em ê têkoşîna xwe ya li dijî van êrîşan heta serketinê bidomînin."