Çeteyan Şêx Meqsûd bombe kirin: 7 sivîl birîndar bûn

Çeteyên Koalîsyona Sûriyê îro Taxa Şêx Meqsûd topbaran kir û 7 sivîl birîndar bûn.

Çeteyên Koalîsyona Sûriyê îro di seat 13.10 de dîsa Taxa Şêx Meqsûd a Helebê topbaran kirin. Di encama topbaranê de 7 sivîl birîndar bûn.

Navên kesên birîndar bûne wiha ne: Mihemed Şinan (60), Nûrî Hemûd Nanai (15), Mehmûd Nanai (50), Fatima Îsayî (13), Nîber Osman (55), Yûsif Osman (16) û Xelîl (20).

Xebatkarên tendirustiyê diyarkirin ku rewşa birîndaran baş e.