Daxuyaniya HPG'ê ya li ser çalakî û şer

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û şerê vê dawiyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî encamên çalakiyên gerîla û operasyonên artêşa Tirk ên rojên dawî ragihand.

Li gorî daxuyaniyê, hêzên gerîla roja 15'ê Mijdarê li navenda navçeya Dara Hênê ya Çewlikê, danê êvarê li dijî maşîneke zirxî ya polîsên tîmên taybet çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Di çalakiyê de 2 polîs birîndar bûn.

Li gorî daxuyaniyê, hêzên gerîla heman rojê bi çekên giran li leşkerên li pîsta helîkopteran a li tûgaya Çelê ya Colemêrgê dan, lê encamên vê çalakiyê zelal nebû. Di heman rojê de li dijî leşkerên li nîzamiyeke tabûrê bi çekên giran çalakî hat lidarxistin û 2 leşker li vir hatin kuştin.

Roja 16'ê Mijdarê jî li dijî leşkerên li girê Koordîne yê Çelê çalakiyeke sûîqestê hat lidarxistin û di encamê de leşkerek hat kuştin.

Navenda Ragihandinê diyar kir, artêşa Tirk li herêma Gabarê amadekariya operasyonê dike û li mintiqeyên Deriyê Gabar, Deriyê Çirav û Deriyê Zivingê yekîneyên xwe yên veşartî bi cih kiriye.

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin, arêşa Tirk li qada Şehîd Navdar a navçeya Licê ya AMedê bi helîkopteran bomberdûman kir û hat gotin, "Di encama bomberdûman û topbaranê de gerîlayekî me yê bi erka xwe radibû, şehîd bû."

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya gerîlayê jiyana xwe ji dest da, bi vî rengî ye:

Nasnav: Êrîş Botan
Nav paşnav: Osman Çapan
Cihê ji dayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Gulluşah-Mehmet Şîrîn
Dem û cihê şehadetê: 13'ê Mijdara 2016 / Amed

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya gerîlayekî di 4'ê Mijdarê de li herêma Adilbeg a Şemzînanê di şerê 2 saetan de jiyana xwe ji dest da eşkere kir:

Nasnav: Rêber Xemgîn
Nav paşnav: Macît Bîlîr
Cihê ji dayikbûnê: Şahzade-Îzzettîn
Dem û cihê şehadetê: 15'ê mijdara 2016 / Zagros

Di dawiya daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku di vî şerî de 6 leşker hatibûn kuştin, yek jî birîndar bûbû.