Li şûna qeyûmê kuştî yekî din hat tayînkirin

Ji bo Şaredariya Dêrikê, Cîgirê Waliyê Mêrdînê Alî Îkram Tûna wek qeyûm hat tayînkirin.

Li şûna Mûhammed Fatîh Safiturk ê ku wek qeyûm li navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê hatibû tayînkirin û 10’ê Mijdarê ji hêla şervanên YPS’ê hatibû kuştin, Cîgirê Waliyê Mêrdînê Alî Îkram Tûna hat tayînkirin.

Tûna, di heman demê de ji bo Qeymeqamtiyê jî li navçeyê hatiye wezîfedarkirin.