Gora Haci Bîrlîk jî hat texrîbkirin
Hêzên dewleta Tirk a faşîst ku li Şirnexê mal hilweşandin, êrîşî gora Haci Lokman Bîrlîk jî kirin.
Hêzên dewleta Tirk a faşîst ku li Şirnexê mal hilweşandin, êrîşî gora Haci Lokman Bîrlîk jî kirin.
Piştî ku “qedexeya kolanan” a ku 14’ê Adarê li Şirnexê hatî îlankirin bi qismî hat rakirin, dîmenê derketî holê cênîkên mirov radikin. Li bajar ê ku ti avahiyên nehatî hilweşandin nehiştine, êrîşî goristanan jî kirine.
Gorên Haci Lokman Bîrlîk ku li Şirnexê piştî ji hêla tîmên Tirk hatibû kuştin bi wesayîta zirxî hatibû girêdan û bi erdê re hatibû kaşkirin û malbata wî jî hatine texrîbkirin.
Tê dîtin ku gorên li Taxa Cûmhûriyetê hatine xirakirin.

