Li Şirnexê şopa faşîzma AKP’ê: Tax neman

Di êrîşên qirker ên Şirnexê de tinekirina 8 taxan derbasî wêneyan bû. Hêzên dewletê ku bînahiya HDP’ê jî tine kirin, li cihê ku şer lê nebû jî êrîş bir.

‘Qedexeya derketina derve’’ ya li Şirnexê ku piştî êrîşên qirker ên AKP/Qesrê hatî ragihandin bi qismî hate rakirin.

Piştî ‘qedexe’yê yek ji wan wêneyên balkêş ew rewşa dawî ya bînahiya HDP’ê bû.

Bînahiya HDP’ê, DBP’ê ya 7 qatî ya li Aydinlikevlerê bi temamî hatiye hilweşandin.

Park û baxçeyên li navenda bajêr li gel ku ne li cihê şer bû jî hatine tunekirin.

Li bajarê ku 8 tax bi temamî hatine tinekirin qada jiyanê nîn e. Taxên ku hatine tinekirin ev in: Yeşîlyurt, Gazîpaşa, Ismetpaşa, Cumhuriyet, Aydinlikevler, Dîcle, Bahçelîevler, Yenî Mahalle.

Wekî dî, li taxên ku hatine kavilkirin rûpelên Quranê yên qetiyayî hene.

Li destpêka bajêr gel ketiye dorê. Şirnexê pêşî hewl didin ku taxên xwe bibînin û piştre jî hewl didin ku malên xwe bibînin.

Hilweşandin pir mezin e û hê jî berdewam dike.