Balafirên şer ên Tirk Şehbayê bombe dike: 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dan

Li gorî agahiyan, balafirên şer ên dewleta Tirk bombe li herêma Babê barandin û ji ber vê êrîşê 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes jî birîndar bûn.

Li gorî nûçeya ANHA’yê, piştî ku DAIŞ’ê gundên herêma Şahbayê radestî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê kirin, balafirên şer ên Tirk, navçeya Babê ku bi hezaran sivîl lê de dijîn bombebaran kirin. 

Hat diyarkirin ku dewleta Tirk cihên sivîlan dike hedef û di encama bombebaranê de 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û bi dehan kes jî birîndar bûne.