Bi BHQ’yan yek ji wan komeleyên ku hatî girtin Komeleya Çand û Hunerê ya Firat Dîcle bû ku beriya bi 13 salan li Sûrê ya Amedê hate vekirin. Piştî girtina komeleyê hunermend û xwendekarên komeleyê diyar kirin ku ew ê xebatên xwe li kuçe û kolanan berdewam bikin û yek ji perwerdekara komeleyê Nazê Dûman xwest ku jin li dijî van êrîşan li ber xwe bidin.
‘TEKANA BERSIVA JINAN BERXWEDAN E’
Dûman diyar kir, girtina KJA’yê û komeleyên jinan êrîşên li ser jinan e û got, ‘’Hikûmet herî pir jinan ji xwe re dike hedef. Pêşî li karê jinan digirin ku bi têkoşîna xwe bi dest xistine. Bi van kirinan jî desthilatdarî ji jinan re dibêje, ‘’biçe li mala xwe rûne, tiştekî neke’’ Tenê bersiveke me wê ji bo van êrîşan hebe; berxwedan’’
’PIRANIYA XWENDEKARÊN ME JIN IN’
Dûman diyar kir piraniya şagirtên wan jin in û wiha domand, ‘’Dixwazin van jinên ku têne vir di malê de heps bikin. Gelek jê bi muzîka ku dikin xwe azad dikin. Girtina van komeleyan ne tenê êrîşa li ser hunerê ye, êrîşa li ser gelê Kurd û jinan e. Lê dîsa jî em hem yên ku dil dane azadiyê û hunerê û şagirtinê xwe em ê li her deverê karên xwe berdewam bikin. Em ê li kuçe û kolan û parkan govendê bigerînin. Ne dikarin muzîka me bêdeng biki ne jî dikarin govendên me bidin sekinandin.’’