Li Nisêbînê 'Qedexe û hilweşîn' dewam dike

Li taxên Nisêbînê yên ku bi mehan qedexe lê hebû, hilweşîn dewam dike.

Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê qedexeya derketina derve li taxên Yenîşehîr, Firat, Dîcle û Abdulkadîrpaşayê ku weke herêma Alîka tên naskirin, dewam dike.

Li taxên ku qedexe hê lê dewam dikin bi kepçeyan xaniyên welatiyan tên xerakirin.

Li kolanên Yasemîn û Şahînê bi 10 kepçeyan xanî tên hilweşandin.

Li Taxa Yenîşehîrê jî gel li hilweşînên malên xwe temaşe dikin.