Kobanê 2 pakrawanên xwe bi merasîmekê oxir kirin
Gelê Kantona Kobanê bi merasîmekê cenazeyên 2 şervanên azadiyê ber bi rêwîtiya dawî ve oxirkirin.
Gelê Kantona Kobanê bi merasîmekê cenazeyên 2 şervanên azadiyê ber bi rêwîtiya dawî ve oxirkirin.
Bi sedan welatiyên Kantona Kobanê û endamên saziyên civaka sivîl ji bo cenazeyên şervanên azadiyê Usama Bagal (Usama Kobanê) û Îslam Yilmaz (Baran Kobanê) ên ku di 12’ê Mijdarê de şehîd bûne, kom bûn.
Girseya welatiyan dema ku cenaze wergirt, bi konvoyekî ber bi Goristana Şehîd Dîcle ve kete rê.
Li goristanê merasîm bi deqeyeke rêzgirtin li ser giyanên pakrawanên azadiyê destpê kir. Piştre Hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê Almaz Romî, Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Silêman Silêman axivîn û gotin ku ew li hemberî mezinahiya şehîdan bejna xwe ditewînin, ji malbatên şerhîdan re sersaxî xwestin.
Almaz û Silêman diyar kirin ku tenê şehîd rêya azadiyê xêz dikin û hemû gel li ser vê rêyê dimeşin û li hemberî hemû êrîşên li ser herêmê disekinin.
Paştre nasnameyên her 2 şehîdan hatin xwendin û radestî malbatan hatin kirin. Cenazeyên têkoşeran bi durişman û tilîliyan ve ber bi rêwîtiya dawî ve oxirkirin.