Hejmara qurbaniyên êrîşa li Xezawiyê bû 9 kes
Hejmara mirovên ji ber êrîşa bombeyî ya li benda konktrolê ya li gundê Xezawiyê yê Efrînê rû da, bû 9 kes.

Şeva din welatiyê bi navê Isber Menan Hemo (33) ji ber birînên xwe yên giran li nexweşxaneya Avrîn a bajarê Efrînê jiyana xwe jidest da.
Bi vê yekê re hejmara qurbaniyên êrîşa hewayî ya dijî benda kontrolê ya gundê Xezawiyê yê navçeya Şêrewa ya Efrînê, bû 9 kes.
Rêveberiya nexweşxaneya Avrîn da zanîn ku heya niha 6 birîndarên ku rewşa wan metirsîdar e li nexweşxaneyê hene.
Duh (13’ê Mijdarê) balafireke ku nasnameya wê nehat zanîn êrîşî benda kontrolê ya gundê Xezawiyê yê navçeya Şêrewa ya Efrînê kiribû.