Ciwanên Ereb dibin xwedî hişmendî, nasname û çanda neteweya demokratîk

Endamê Rêveberiya Însiyatîfa Ciwanên Ereb Rênas Ezda Şêr: Ciwanên Ereb bi perspektîfa neteweya demokratîk dibin xwedî çand û nasnameyê.

Endamê koordînasyona Yekitiya Ciwanên Demokrat a Rojava û endamê Rêveberiya Însîyatîfa Ciwanên Ereb Rênas Ezda Şêr diyar kir, piştî ku li Sûriyê kaosê dest pê  kiriye, wan biryar dane xwe bi rêxistin bikin û di çaroveya pêngava Şehîd Hozan de ku bi eslê xwe ji gelê Ereb ê Derezorê ye, wan însîyatîfa Ciwanên Ereb ava kiriye.

Ezda Şêr wê tespîtê dike ku ciwanen Ereb bi perspektîfa neteweya demokratîk ew digihijin nasname û çanda xwe.

Ezda Şêr têkildarî Însîyatîfa Ciwanên Ereb dibêje, ew weke însîyatîf endamên rêxistina Yekîtiya Ciwanên Demokrat a Rojava ne lê însîyatîf bi serê xwe, xweser e û dibêje, ji bo ku li Sûriyê pergaleke demokratîk û federal ava bibe ew dixwazin bi wan ciwan re bixebitin, peywirdar bin.

Ezda Şêr bang li wan ciwanan kir ên ku xaka Rojava û Sûriyê terikandine û xwest ku vegerin û di avakirina şoreşê de cihê xwe bigirin.

'CIWANÊN KU HÊVIYA XWE DI FELSEFEYA RÊBER APO DE DÎTIN ..'

Ezda Şêr li ser avakirina Însîyatîfa Ciwanên Ereb dibêje, "Piştî gelê Kurd, li Rojava û Bakurê Sûriyê herî pir Ereb dijîn. Ji vê rastiyê ew pêdivî pê çêbû ku rêxistina ciwanan a ku xwe tevlî nav şoreşê bike, çêbû. Ciwanên Ereb ên ku di nav xebatên rêxistinî de bûn, pêşniyarî anîn ku bi çand, nasname û rengên xwe însîyatîva ciwanan ava bikin. Ciwanên ku hêviya xwe di felsefeya Rêber Apo de dîtin, bi vî awayî civaka Ereb ku bi dehan salan e li paş hatiye hiştin ji nû ve hişyar bikin û ronak bikin. Hezîrana 2016’an însîyatîva Ereb ji ber vê daxwaz û pêdiviyê çêbû."

Ezda Şêr bi berdewamî dibêje bi vê xebatê ew dixwazin bigihijin asta ciwanên Rojava û xebatan bi pêş ve bibin. Şêr diyar dike ku ji dema damezirandinê ve di nav 3 mehan de gelek pêşketin bi dest xistine, li Hesekê Însîyatîfa Ciwanên Ereb ragihandine û piştre li hemû Rojava, ji Dêrikê ta bi Girê Spî, ji wir ta bi Minbiçê ku hatî rizgarkirin, hemû gelê Ereb derketin û gotin ew vê însîyatîvê nas dikin û daxwaz kirin ku însîyatîv biçe gel wan jî bi hev re xebatan bikin.

'FELSEYA RÊBER APO YA NETEWEYA DEMOKRATÎK DIBE ÇARESERIYA ŞOREŞÊ'

Ezda Şêr li nav ciwanên Ereb nêrîna li ser paradîgmaya Neteweya Demokratîk jî dibêje, dema ku şoreşa Rojava nû dest pê kirî hêzên qirêjî û faşîst xwestin ku bandorê li ser ciwanên Ereb bikin û wan li dijî şoreşê bi kar bînin û ciwanên Ereb di nav van 5 salan de lîstikên qirêjî yên rejîmê û hêzên çete dîtin û ciwanên Erebe ne li dijî şoreşa Rojava ne, bûn şahid ku şoreşa Rojava bûye hêviya nû ya gelan û jiyanê bi hev re ava dikin û wiha domand:

"Dîtin ku şoreşa ku xwe dispêrê felseya neteweya demokratîk a Rêber Apo ji pirsgirêkan re dibe çareserî, li şûna nakokiyan azadiyê bi xwe re tîne û dîtin ku ev felsefe ne tenê ji bo yek gelî, yek al û yek çandê ye. Vê rastiyê herî pir bandor li ciwanan kir û bû sedem ku ciwan di nav refên şoreşê de cihê xwe bigirin.

Ciwanên Ereb di nav parastina gewherî ya şoreşa Rojava de û di xebatên rêxistinî de bi çalakî cih girt û berdêlên mezin jî da. Êdî li Rojava pirsgirêka civakekê ne tenê wê, her kesî têkildar dike. Ciwanên Ereb ku dîtin gaveke nû ne ji Baas a berê ûj ne jî ji hişmendiya çeteyan wê derneyê û ji bo ku pêkhate û rêxistineke nû ava bike xwest ku ji ciwanên Rojava tecrûbeyan bistîne. Însîyatîva Ciwanên Ereb hem ji tecrûbeya ciwanên Rojava sûd wergirt û hem jî endamê Yekîtiya Ciwanên Demokrat e ku xebatên ciwanan ên Rojava û Bakurê Sûriyê di nav xwe de vedihewîne.’’

'RÊBER APO RÊBERÊ HEMÛ GELAN'

Ezda Şêr li ser sifetê "Rêbertiya Gelê Kurd" jî wiha got:

"Ez mînakeke balkêş bidim. Em di hin civînan de Rêberê Gelê Kurd dibêjin. Hevalên me yên Ereb pir aciz dibin û tengezar dibin û dibêjin, 'Em qebûl nakin ku hûn ji Abdullah Ocalan re bibêjin Rêberê Gelê Kurd.  Ramana Rêberê Şoreşa Rojava ku xwe dispêrê yekîtiya gelan ne tenê ya we ye, ew Rêberê me ye jî'. Ji bo vê em dixwazin ku hûn bibêjin, 'Rêber Apo' Ev nêzîlkatî bala me dikişîne. Rêber Apo bi felsefe û raman xwe li herêmê her roj dibe hêviya rizgariya gelan. Ji bo vê jî dibêjin, ‘’Ocalan pêşengî ji we re kir, lê niha sedema hebûna me ye jî, ji bo vê jî em qebûl nakin ku hûn wî tenê weke Rêberê xwe bibînin, Rêber Apo Rêberê hemû gelan e."

Ji hêla raman û jiyanê ve Rêbertiyê pir nêzî xwe dibînin. Rêber Apo weke wê nasnameyê dibînin ku gelê Ereb ji nû ve vejînin. Raman û felsefeya Rêber Apo çawa ji bo hemû gelan dike, li nav Ereban jî dike ku nasnameya wan derkeve holê, şiyar bibe û siberoja azad ava bike. Hişyariyan dide da ku nekevin dafika hêzên gemarî.

Gelê Ereb ji bo ku vê rastiya Rêber Apo dibînin wî ji bo xwe weke efsaneyekê û rizgarker dibînin. Di dema nîqaş û civatên me de, dema ku navê Rêber Apo derbas dibe her kes bêdeng dibe û dibêje, 'bisekine, Rêber Apo çi dibêje, em fêhm bikin'.

Dema ku Minbic ji destê çeteyan hate rizgarkirin em çûne Minbicê û me bi ciwanan re sohbet kir. Gotina wan a pêşî ev e, 'Heval pirtûkên wî ji me re bînin, em dixwazin bixwînin û fêhm bikin. Eeb dixwînin lê rewşenbîr pir kêm in. Dema ku em bi wan re rastiya jiyanê nîqaş dikin û dibêjin, Rêber Apo çawa ku civaka Kurd weke Êzdan ji tinebûnê afirandiye dibêjin, ‘’niha pêdiviya me bi wî Êzdayî heye, dikare me jî rizgar bike.'

Civana Ereb sîstema neteweya demokratîk qebûl dike û dibêjin rizgariya ji êşên hezaran salan di vê rêyê de ye. Vê felsefeyê weke zemîna parastina nasname, çand û siberoja xwe dibînin. Rêber Apo li van xakan li dijî wê sîstemê ku jiyana hevpar a gelan têk biriye, bi awayekî nû û bîrewer dixwaze li ser neteweya demokratîk jiyana gelan a hevpar ava bike."