Zarokên berxwedana Sûrê di 1 saliya xwe de ne

‘Qedexeya derketina derve’’ ya ku li Sûrê hatibû ragihandin salekê li pey xwe dihêle, navên kesên ku di berxwedanê 103 rojan jiyana xwe ji dest dabûn li zarokan tên kirin.

‘Qedexeya derketina derve’ ya ku 2’yê Mijdara 2015’an li Sûrê ya Amedê hatibû ragihandin hê jî berdewam dike. Di salek piştî berxwedanê de ku di nav gel de ‘’Berxwedana Sûrê ya dîrokî’’ tê binavkirin, berxwedana 103 rojan gelek çîrok li pey xwe hiştin. Navê gelek berxwederên YPS/YPS JIN ku li Sûrê jiyana xwe ji dest dabûn li Amedê û Sûrê li zarokan kirin. Wekî navê Berxwedan, Roza, Rêber, Zinar, Robîn … Her navek ji navan ku malbatan li zarokên xwe kirine, çîrokek heye. Bi dorpêça Sûrê re sala pêşî ya zarokan jî dike ku biqede.

‘ÇI DEMA KU BANG LÊ DIKIM SÛR BI BÎRA MIN TÊ’

Yek ji van navan jî Berxwedan e. Diya wî ku dema ablûka û şer de li Taxa Dabanoglu dima, her dema ku bang li kurê xwe dike Sûr bi bîra wê tê. Sîdar, çîroka berxwedan wiha dibêje: ‘’Ciwanan ji ber zarokan li cem me xendek nekolan. Dema ku şer giran bû em jî neçar man ku mala xwe biterikînin. Dema ku em derketin polîsên mêr gotin qey bombe di zikê min de ye, zikê min vekirin û lê  nerîn. Heqaret kirin, wê demê min di dilê xwe de got, xwezî xendek bikolana. Şeva ku derketim jî Berxwedan ji min re çêbû. Wê rojê dema ku ji Sûrê derketim jixwe min ê ev nav lê bikira. Wê rojê dema ku polîsan wiha bi me kirin, min baştir fêhm kir ku ciwanan çawa li ber xwe didan û xwedî vîneke çawa ne. Ji bo vê jî min navê Berxwedan li kurê xwe kir.’’

 ‘GOT BILA NAVÊ WÎ ZINAR BE’

Navekî dî jî Zinar e. Malbata Zinar jî li Taxa Fatîhpaşa a Sûrê dimîne. Zinar di dema herî giran a şer de bi zûwextî ji diya xwe bûye. Diya wî got, ku ne ji kurê min bûya ew ê qet ji hundir derneketana û dev ji mala xwe bernedan û wiha got, ‘’Li hundir ji destpêka ablûkayê ve li kuçeya me yek hebû. Navê wê Zozan bû. Çi dema ku zikê min didît, digot, ku kur be navê wî Zinar deynin.  Min jî wiha kir, kurê min ez ji Sûrê kirim lê ji bo min jiyaneke nû da Sûrê.’’

Robîn jî dema ku bi diya xwe re li Taxa Dabanoglu li mala xwe diman, ji ber guleyên ku li mala wan ketin bi sezaryenê hate dinê. Robîn tê wateya, ‘dîtina rojê’’ Diya wî dibêje, ‘’Çi dema ku li kurê xwe dinerim ew rojên Sûrê bi bîra min tên. Dema ku şer hebû bi rojan em ranediketin û weke mirovên din min jî dua dikirin ku zû bibe sibeh. Ji bo vê jî min navê wî Robîn danî, çawa ku tîrêja rojê yek ji şahidê berxwedana Sûrê be, ev jî wiha.’’

Navê Rêber Varto jî yek ji navê şervanê YPS’ê ye ku li Sûrê jiyana xwe ji dest dabû, li navê zarokan hatiye kirin.

...