Odeya Çalakiyê ya Xezeba Firatê têkildarî Pêngava Rizgarîkirina Reqqa, bîlançoya 10 rojan bi daxwiyaniyeke nivîskî ji raya giştî re ragihand. Di daxwiyaniyê de li ser şerê 10 rojan ev agahî hatin dayin:
Xezeba Firatê, Pêngava Rizgarîkirina Reqqayê, 5’ê Mijdarê ji du bereyan, ji bajarokên Eyn Îsa û Silûkê dest pê kir.
Hêzên me di maweya 10 rojan de qadeke 550 km2 ku berfirehiya wê 12 km û dirêjiya wê 46 km ne xistin xelekê û bi temamî azad kirin.
Di şerê rû dayî de 34 gund û 31 mezrik bi temamî ji çeteyên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin. 7 girên stratejîk jî ji hêla hêzên me ve hatin azadkirin.
Navê gundên ku hatin azadkirin wiha ne: El-qetah, El-Leqta, Xelef El-Beg, Şêx Deham, Siran, Şêx Hesen, Xinêz Foqanî, Xinêz Westanî, Hayîs, El-Xidir, Corih, Um Sifa, Ebdulhadî, Celîl, El-Heyderiye, Molihyan, Moteqtele, Ketle, El-Ebdelah, Qermoh, El-Erac, Tel Doban, El-Îşe, El-Xitwan, , El-Hineyan, Nayîf, El-Wehîd ve Hizrayat.
Navê girên stratejîk ku hatin rizgarkirkirin: El-Soran, Minbetih, Şahan, El-Mifteş, Recêl ve Hayîs.
Her wiha navendên av û kahrebayê yên li vê herêmê jî ji çeteyan hatin azadkirin.
Di şerê 10 rojan de 167 çete hatin kuştin, 34 cenaze û 4 çeteyên sax ketin destê hêzên me.
*12 bomba yüklü araç saldırısı hedefien ulaşamadan güçlerimiz tarafından imha edildi.
12 wesayitên bombebarkirî beriya ku armanca xwe pêk bînini ji hêla hêzên me ve hatin tinekirin.
Li gel vê; 14 wesayitên leşkerî, 8 doçka, 4 rokêtavêj, 3 kamyon, 6 hawan, 8 motorsîklêt û gelek niqte hatin tinekirin.
240 mayinên çeteyan hatin bêbandorkirin, gelek çekên ferdî yên navîn û giran û cebilxane hatin bidestxistin.
Di şer de 4 hevreyên me birîndar bûn.
Hate îdîkaririn ku di şer de sivîlan jiyana xwe ji dest daye. Li ser van îdîayan lêpirsîna me berdewam dike, encamên wê, wê bş raya giştî re werin parvekirin.
Li gundên ku hatine azadkirin, piştî ku xebata paqijkirina mayinan qediya, wê agahdarî were kirin û sivîl li vegerin ser axa xwe.
Pêngava me heta ku Reqqa ji çeteyên DAIŞ’ê were paqijkirin wê berdewam bike.