MEYA-DER: Em ê ti carî malbatan bi tenê nehêlin

MEYA-DER, ku têkiliyê bi malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane re datîne û karê veşartina cenazeyan dike, ji aliyê AKP'ê ve hat girtin. Hevseroka MEYA-DER a Amedê Ayşe Dîcle got, "Em ê ti carî malbatan bi tenê nehêlin."

Yek ji sedan sazî û komeleyên civakî yên ji aliyê AKP'ê ve hatine girtin, MEYA-DER e ku di sala 2008'an de ava bû. MEYA-DER, ku têkiliyê bi malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane re datîne û karê veşartina cenazeyan dike, bû wesîle ku bi sedan malbat xwe bigihînin cenazeyen zarokên xwe.

Hevseroka MEYA-DER a Amedê Ayşe Dîcle da xuyakirin, ku ji destpêkê ve ew ji alî ve piştgiriyê didin malbatan û got, "Em ji malbatên ku zarokên wan jiyana xwe ji dest dane û li cenazeyên xwe digeriyan re bûn alîkar." Dîcle diyar kir, berî komele bê girtin gelekî tehde li wan dihat kirin û wiha dewam kir: "Dema em bi malbatan re bûn, pirsgirêkên mezin derdixistin pêşiya me. Niha ku wê hîn pirsgirêkên mezintir derxînin. Em vê mohrê qebûl nakin, ji ber ku ev mohreke li derveyî hiqûqê ye. Bi vê yekê ve dixwazim xebatên me bisekinînin. Bila her kes vê baş zanibe; dibe ku komeleya me hatibe girtin, lê karê me wê bidome. Heta ku ji me bê, em ê li cem malbatan bin."

Ayşe Dîcle destnîşan kir, ku girtina komeleyê wê bi ti awayî nebe asteng li pêşiya karê wan û got, "Ev saleke êrîşên bi vî rengî li gelê me tên kirin. Bila her kes vê baş zanibe; ne em dev ji malbatan berdidin, ne jî malbat dev ji me berdidin. Ji bo rakirina cenazeyan wesayîtê nadin, timî pirsgirêkan derdixînin. Wê ji niha û pê ve jî derxînin. Heta ku ji me bê, weke komeleyê em ê cenazeyên xwe bavêjin ser pişta xwe û radestî malbatan bikin. Ya pêwîst çi be em ê wê bikin."