BI DÎMEN

Li Şirnexê avahiya HDP-DBP’ê jî hatiye hilweşandin

Li Şirnexê domahiya operasyona hilweşîna bajar de ji avahiya HDP-DBP’ê heta park, baxçeyan jî gelek cih hatine hilweşandin.

Li Şirnexê “qedexeya kolanan” a ku 14’ê Adarê hatibû îlankirin, vê sibehê bi qismî hat rakirin, hat dîtin ku avahiya HDP û DBP’ê yên li bajarê Şirnexê jî hatine hilweşandin.

Tê dîtin ku dema hilweşîna avahiya 7 qatî ya li Taxa Aydinlikevlerê, park û baxçe jî tên xirakirin. Li bajarê ku tax hatine tinekirin, ti jiyangeh nehatine hiştin.